02:53 19 Çile 2018
Zindî
    Wezîrê karê derve yê berê Yaşar Yakış

    Yaşar Yakiş: Çareseriya leşkerî wê berdewam bike

    © Wikipedia/
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Ferid Demirel
    0 0 0

    Yaşar Yakiş her çiqas ku hêviyên hin guhertinan dike jî, lê dibêje ji ber ku Efkan Ala weke wezîre karê hundir maye, wê di pirsgirêka kurd de demeke din ‘çareseriya leşkerî' di rojevê de be. Li gor Yakiş Tirkiye, neçare ku polîtîkaya derbarê Sûriyê û Rûsyayê de biguhere.

    Ferid Demirel

    Binali Yildirim
    © AFP 2018/ ADEM ALTAN
    Stenbol — Piştî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wezîfeya avakirina desteya wezîran da Serokê nû yê AKPê Bînalî Yildirim, wî jî lîsteya xwe amade kir û peşkeşî Erdogan kir. Li gor lîsteya Yildirim, desteya wezîrên hikûmeta nû ji bilî çend navan bi giştî ji wêzîrên di dema Ahmet Davutoglu de ker dikirin pêk hatiye.

    Bi taybetî Wezîrê Karê Hundir Efkan Ala, yê Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û Alîkarê Serokwezîr Nûman Kurtulmuş çend navên ku ciyên xwe parastine. Beriya ku lîste bê aşkerekirin li gor nêrîna gelek şîrovekaran û raya giştî ya Tirkiyê ew bû ku, wê bandoreke mezin a Erdogan li ser lîsteyê hebe. Yek ji avakarên AKPê û Wezîrê Karê Derve yê berê Yaşar Yakiş, stratejiya amadekirina lîsteyê û sîyaseta demên pêş ji bo Sputnîknews Kurdistanê nirxand.

    ‘DIVÊ POLÎTÎKAYA DERBARÊ RÛSYA Û SÛRİYÊ DE BÊ GUHERTIN'

    Yaşar Yakiş ji ber ku weke Wezîrê Karê Derve di nava desteya wezîrên hikûmeta AKPê de cî girtiye destpêkê balê dikişîne ser wezareta karê derve. Li gor Yakiş ji ber ku Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu nehatiye guhertin, wê di polîtîkaya derve de hin guhertin çêbibin. Nêrîna Çavuşoglu ya vê derbarê de wiha ye; "Dihate gotin ku di wezaretiya karê derve de guhertin çênabe. Ji ber ku birêz Çavuşoglu ciyê xwe parastiye rê li ber guhertinê vedibe. Lewre Çavuşoglu dizanîbû ku polîtîkaya derve ya Tirkiyê ne li gor rewşa qadê ye."

    Yaşar Yakiş, polîtîkaya Ahmet Davutoglu ya derve bibîr dixe û dibêje ku "Lê niha serokwezîrekî nû heye û wê guhertinan di polîtîkaya derve de çêbike. Ev jî tiştekî xwezayî ye. Ez di wê baweriyê de me ku Tirkiyê bi taybetî şaşîtiyên xwe yên di polîtîkaya Sûriyê û ya Rûsyayê de ferq kiriye. Ez difikirim ku wê ji bo guhertinê têkevin nava hewldanan."

    ‘GIRANIYA SEROKOMARÊ ME WÊ BERDEWAM BIKE'

    Siyasetmedar Yaşar Yakiş li ser pirsa ku "Gelo di desteya wezîran de bandora Serokomar çiqas heye?" diyar kir ku "Di polîtîkayên demên pêş de wê giraniya Serokomarê me berdewam bike. Ti sebeb nîne ku ji bo vê texmîna me biguherîne. Birêz Serokomar ji bo sîstema serokatiyê gelekî bi arezû û bi biryar dixuye. Bi vê desteye re jî ti asteng nîne ku vî tiştî bike." Yakiş dibêje ku ev babet ji hêla raya giştî ya navdewletî ve jî bi baldarî û ji nêz ve tê şopandin.

    ‘DI PIRSGIRÊKA KURD DE WÊ RÊBAZÊN LEŞKERÎ BERDEWAM BIKIN'

    Yek ji mijarên sereke jî pirsgirêka kurd, şer û pevçûnên li bajarên kurdan in. Wezîrê Karê Hundir Efkan Ala careke din di desteya wezîran de cî digire. Ala ji ber şer û pevçûnên li bajarên kurdan ji hêla muxalefeta AKPê bi taybetî jî ji hêla HDPê û PKKê bi tundî tê rexnekirin. Yaşar Yakiş di vê mijarê de dibêje ku "Ji ber birêz Ala ciyê xwe parastiye, çavdêriyek wisa derdikeve holê ku, pêvajoya çareseriye leşkerî ya ku heta niha dihate meşandin, wê berdewam bike."
    Lê li gor Yakiş ji ber şertên qadê wê Tirkiyê neçar bimîne ku vegere ser maseya müzakereye û jixwe ji ev rêbaz ne ya çareseriyê ye.

    Bi heman mijarî:

    Binali Yildirim bi dengên 1405 delegeyan bû serokê giştî yê AKPê
    Bînalî Yildirim diçe Amedê
    Binali Yildirm bû namzetê serokatiya AKPê
    Namzetê AKPê sibê saet 14: 00an, serokê xwe eşkere dike
    Etîketan:
    desteya wezîran, pirsgirêka kurd, AKP, Ahmed Davutoglu, Yaşar Yakiş, Binali Yildirim, Efkan Ala, Mevlut Çavuşoglu, Recep Tayyip Erdogan, Sûriye, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de