11:52 22 Sibat 2018
Zindî
    Li Parîsê çalakî li hember hikûmetê

    Li Fransayê xwepêşandan berdewam dikin

    © REUTERS/ Gonzalo Fuentes
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Çalakiyên Fransayê piştî ku yaseya karkirinê hate qebûlkirin her diçe gurtir dibe. Li gel xwendekaran, karker û êdî panebar jî beşdarî çalakiyan dibin. Akademisyenê kurd Engin Sustam ku li Fransayê çalakiyan dişopîne balê dikişîne ser çalakiyên li gelek deverên cîhanê û dibêje têkiliya van çalakiyan bi hev re heye.

    Ferîd Demîrel

    Navenda Nûçeyan — Hikûmeta Fransayê bi erka xwe ya ji makezagonê tê, biryar girt ku bêyî erêkirina parlamenê bistîne yaseya karkirinê biguherîne. Li hember vê rewşê sendîka, rêxistinên pîşeyî û xwendekar dest bi çalakiya kirin. Ji ber ku nîqaşên derbarê guhertina yasayê demeke dirêje di rojeva Fransiyan de ye, çalakî jî zêdetirî salekê ne berdewam dikin. Lê ji meha adarê û vir ve gurtir bûne. Xwepêşandan li Parîsê li Qada Komarê (Place de la République) kom dibin û çalakiyên protestoyî li dar dixin. Ev der bûye weke navenda çalakiyan.

    Akademisyenê kurd Engin Sustam li Fransayê çalakiyan dişopîne
    Akademisyenê kurd Engin Sustam li Fransayê çalakiyan dişopîne

    ‘KEVNEŞOPIYEK NÛ DESTPÊ KIRIYE'

    Ji ber ku guhertina yaseyê gelek aliyên civakê eleqedar dike ji gelek derdor jî beşdarî li çalakiyan dikin. Ajovanên tir û kamyonan, xwendekar, karker û yên din weke kesên beşdar dibin. Ji İnvited University yê akademisyenê kurd Engin Sustam demeke dirêje li Fransayê çalakiyan dişopîne. Sustam dibêje ku êdî penaber jî dikevin nava xwepêşandanan û wiha dinirxîne; Çalakî li temamê Fransayê belav bûye û bi taybetî tundûtujiya polîsan li heremên weke Rennesê gihiştiye asta herî bilind. Ev dibe sedem ku kevneşopiyeke têkoşînê ya nû li vir destpêdike ku ciwan pêşengiyê jê re dikin.

    Gelek derdor li Parîsê di nava çalakiyan de cî digirin
    Gelek derdor li Parîsê di nava çalakiyan de cî digirin

    ‘TÊKILIYA VIR BI SÛR Û CIZÎRÊ RE HEYE'

    Li gor rayedaran bi deh hezaran kes beşdarî çalakiyan dibin, lê saziyên ku çalakiyan organîze dikin behsa sed hezaran dikin. Engin Sustam ji ber daxwaz û tevgera wan dibêje ku çalakvan li gel pirsgirêkên herêmî ji bo pirsgirêkên gerdûnî derdikevin kolanan. Ji ber wê jî dişibîne bûyerên Geziyê, dişibîne Occupy Wall Streeet yên li Amerîkayê û hin tecrubeyên din yên li cîhanê. Nirxandinên Engin Sustam yên di vê mijarê de wiha ne;"Ji xwepêşandanên li Brezîlyayê heta yên Qada Tehrîrê, ji Berxwedana Geziyê heta Şoreşa Rojava, ji berxwedana Qada Maîdenê heta berxwedana Sûr û Cizîrê didin xuyakirin ku veguhestinek civakî ya cuda derdikeve holê."

    Bi heman mijarî:

    Fransa dîwarê li hember penaberan lêkiribû dirêjtir dike
    Fransa dê dema halê awarte dirêj bike
    Fransa li dijî teoriyên komplogeriyê şer da destpêkirin
    Wezîrê Derve yê Fransa îstifa kir
    Li Fransa û Almanyayê çalakî: Ji bo Kurdistanê deng derxînin
    Etîketan:
    Rojava, Cizîr, Sûr, çalakî, Engin Sustam, Francois Hollande, Parîs, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de