14:05 22 Hezîran 2018
Li ser Cizîrê top baran

'Bûyera Cizîrê kete nav sicîla dewletê'

© Foto: FB
Nêrîn
Lînkê kurt
0 10

Pispora hiqûqa navdewletî parêzer Evîn Bagdû daxuyaniya komîserê bilind yê NYyê dibêje ku "daxuyanî ji organeke herî sereke ya NYyê hate belav kirin û ev jî gelekî girîng e." Bagdu diyar dike ku ev yek dikeve nav sicîla wê dewletê, lê di nav NYyê de mekanîzmayek dadgehkirinê de nîne.

Ferîd Demîrel

Stenbol — Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekgirtî Zeid Raad al-Hussein di 10ê Gulanê de li ser bûyerên li Cizîrê qewimîne daxuyaniyek belav kir. Di vê daxuyaniyê de bi kurtasî dibêje ku di destên wan de raportên şahidên bûyerê hene. Li gor van raportan li Cizîrê zêdetirî 100 kesan ji hêla hêzên asayişe ve bi awayekî zindî hatine şewitandin. Hussein ji dewleta Tirkiyê daxwazê dike ku ji bo lêkolînî destura komisyonên serbixwe bidin.

Ev daxuyanî ji hêla gelek derdoran ve weke daxuyaniyeke erênî lê derengmayî hate nirxandin. Herweha Wezareta Karê derve ya Tirkiyê daxuyaniyek nivîskî belav kir û bertek nîşanî daxuyaniyê da. Wezaret herweha îdia dike ku ew ji bo daxwazên weke ya al-Hussein her wext erênî tevdigerin.

Di hiqûqa navdewletî de wateya vê daxuyaniyê çiye û wê bandorên çawa derxe holê? Pispora hiqûqa navdewletî parêzer Evîn Bagdû pirsên Sputniknewsê bersivand ku Bagdûyê derbarê şerê Bosnayê de ji bo NYyê raport amade kiriye. 

Daxuyaniya Komîserê Bilind yê Neteweyên Yekgirtî ya derbarê Cizîrê de li gor hiqûqa navnedewletî û ya Neteweyên Yekgirtî (NY) divê di çi çarçoveyê de bê nirxandin? NY di çi rewşan de daxuyaniyên wiha belav dikin? Herweha daxuyanî bi serê xwe gelo tê wê wateyê ku nêrîna fermî ya NYyê ye?

Ev daxuyanî ji organeke herî sereke ya NYyê hate belav kirin. Ev yek ji vî alî ve gelekî girîng e: Komîsyoner di nav organîzasyona NYyê de bi taybetî li ser mafên mirovan rayedar e û jiber vê yekê jî ev yek wek belavokeke NY tê nirxandin belê ev nayê wê wateyê ku komîsyon an komîsyoner li ser Turkîye dokumentek amade kirine. Yanî ev hê negihîştiye raddeya ku dokumanek li ser vî welatî bê nivîsandin. Tenê daxwaza xwe tînin zimên ku NY dixwaze lêkolîn û çavdêrîyê li ser "îddiayan" bike yanî dema behs dikin nabêjin "bûyer" jî, dibêjin îddia hene û şahid hene.

‘BIRYAREN NYyê LI SER ESASÊN BI DILÎ YE'

Saziyên serî li NYyê dane protokola Minnesotoyê derdixin pêş. Dema em li daxuyaniya komîser dinêrin, em dikarin bibêjin ku NYyê jî rewşa Cizîrê di heman çarçoveyê de nirxandiye?

Vêga mirov dixwaze hêvîya pêngavên gelekî bi şid li dû van daxuyanîyan bike, lê lazime mirov bizanibe ku hemu mekanîzmayên NYyê kêmasîyeke wan hene ew jî, îcbar kirina ango bicîh anîna biryaran an biryarnameyan li ser esasê "bi dilî ye" yanî wek ku bi îngîlîzî dibêjin "soft law" ango qanûnên nerm ji NYyê dertên. Kes nikare bi zorê ji dewletên endam yên NYyê bixwaze ku pêdivî yên li dû wan biryarname an qanûnan pêk bîne. Ev karakterîstîka NYyê ye. Wek mînak protokola Mînnesota jî yek ji wan qanûnên nerm e. Bi dilê dewletê ye eger ew bixwaze li gor wê pêngava bavêje an na.

‘ENTSTURAMEKE DADGEHÊ YA NYyê NÎNE'

Li gor hiqûq û yaseyên NYyê û li gor tecrubeyên berê, gelo wê pêvajo çawa bimeşe? Yanî rêzik in NYyê di rewşên wisa de çawa pêş dikevin? Beriya niha ti rewşeke weke vê derketiye holê?

Di prosedûrên NYyê de bi giştî pêşî şikên bi vî awayî tên zimên piştra an kesek wezîfedar dibe an jî komîsyoneke lêkolîne tê damezirandin ku çavdêrîya îddiayan bikin. Ew jî seredana deverê dikin. Ev seredan jî bi destûra dewleta mewzubehs ve tê kirin û piştre raportek an dokumentek tê amade kirin. Ev dokument wek we behs kir dibe yeke fermî li hembera dewletên ku li dij wan lêkolîn tê kirin.

‘TENÊ DEWLET LI HEMBER DEWLETAN DIKARIN DOZÊ VEKIN'

Ji Tirkiyê daxwaza lêkolînê hate kirin. Ji niha û şûn de wê rêbazeke çawa bêmeşandin?

Wek ku me got enstrumaneke wek dadgeh jibo van mekanîzma û komîsyonên NYyê tunene. Dadgeha Navnetewî ya Sucan jibo gelek şertên taybet hatîye damezirandin û tenê dewlet li hember dewletan dikarin dozê vekin. Yanî mekanîzmaya îcbar kirina dokumentek bi vî celebî nîne.

Turkîye di bersiva xwe de dibêje gelek komîsyonên navnetewî hatine û dîtine, yanî ger NYyê bixwaze dikare were û lêkolînê bike. Belê ev seredan ne bê riza û xebera dewletê tê kirin. Ev yek bixwe jî pêngava bi vî awayî bê mane dike.

Di encama vê pêvajoyê de dibe ku rê li ber dadgehkirina Tirkiyê bê vekirin, hûn çi pêşbîniyan dikin?

Belê ger raportek an jî biryarnameyek li dij kiryarên dewletê bê amade kirin, ev yek dikeve nav sicîla wê dewletê û wek bi termînolojîya huquqa navnetewî tenê bi kêrî "naming and shaming" tê yanî dewletan dinav hev de li hember hev şermî dike, ev tîp raport tenê bi kêrî vê yekê tên.

Bi heman mijarî:

Rûsya: 'Dewleta tirk li Cizîr û Sûrê wehşetek kir'
CIZÎR - Bodrûmeke wehşetê ya din jî: Kuştî, birîndar û asêmayî hene ( HAT NÛKİRİN)
CİZÎR - Davutoglu ji bo birîndaran talîmat da!
CIZÎR - Abdulhamît Poçal ê birîndar jiyana xwe ji dest da!
Parlementerê HDPê: ‘Rewşa Cizîr û Sîlopiyê ji Kobanê xirabtir e'
Ji bo Cizîr û Sîlopiyê bangawaziya lezgîn!
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de