14:44 22 Îlon 2017
Zindî
    Şer û pevçûnên li Cizîrê

    ‘Divê li gor hiqûqa NYyê ji Tirkiyê hesab bê xwestin'

    © Sputnik/ O.F Baran
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz daxuyaniya Komîserê Bilind ê NYyê ji Spûntîknewsê re nirxand û got ku "Divê NYyê demildest ji bo vê mijarê hesab ji Tirkiyê bixwaze. Hevseroka (MHD) Gulşen Ozbek jî diyar dike ku "Me serî li NYê dabû da ku di çarçoveya Protokola Minnesotayê de bûyerê binirxîne."

    Ferîd Demîrel-Cesîm Îlhan

    Navenda Nûçeyan — Komîserê Bilind ê Mafên Mirova yê Neteweyên Yergirtî Prînce Ra'ad Zeid al-Hussein derbarê şer û pevçûnên li Cizîrê berdewam dikin de daxuyaniyek bibandor kir.

    Li gor daxuyaniya komîserê bilind yê Neteweyên Yergirtî di destên wan de hin raport hene ku dibêjin li Cizîrê asayişa Tirkiyê 100 kes şewitandiye.

    Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz vê daxuyaniyê weke ‘derengmayî' dibînê. Sariyildiz dibêje ne 100 kes zêdetirî 150 kes li wir hatin şewitandin û nirxandina xwe wiha berdewam dike: "Ew dibêjin 100, lê zêdetirî 150 zarokên me bi şiklekî vekirî tev şewitandin. Bi şiklekî hovane. Li Cizîrê sûcê mirovahiyê hatkirin. Tiştên pir xirab hatinkirin."

    Faysal Sariyildiz balê dikişîne ser daxuyaniya NYyê ku bûyerên Cizîrê weke îdia dinirxîne û dibêje ev ne îdia ne. Li gor Sariyildiz derbarê bûyerê de gelek dîmen hene, herweha gelek delîlên din hene. Parlamenterê HDPê daxwaz dike ku li ser vê bûyerê NYyê hesab li gor hiqûqa NYê ji Tirkiyê bê xwestin.

    ‘ME LI GOR PROTOKOLA MINNESOTOYÊ SERÎ LÊ DABÛ'

    Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD)Gulşen Ozbek, ku derbarê vê bûyerê de serî li NYê dabû dibêje heta niha bi awayekî fermî ti agahî ji wan re nehatiye.

    Parêzer Gulşen Ozbek wê agahiyê dide ku wan li gor Protokola Minnesotayê serî li NYyê dabû û diyar kiribûn û xwestibûn ku serlêdana wan di çarçoveya xala "Sûcên li Hember Mirovahiyê" bê nirxandin. Gulşen daxwaza lêpirsînê jî di çarçoveya protokole de dinirxîne û dibêje ku NYê bixwaze dikare bi xwe jî komisyonekê ava bike û bişîne.

    Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu li ser vê biryarê ji Spûtnîknewsê re da xuyakirin ku ew bixwe şahidê vê bûyerê ne û dibêje ew rewş rewşeke hovîtiyê bû. Encû wê bûyerê weke êrişên DAIŞê yên li Iraqê û Sûriyê binav dike.

    PROTOKOLA MINNESOTOYÊ ÇIYE?

    Protokola Minnesota, di sala 1990 de ji ber înfazên bêdaraz ên li eyaleta Minnesota ya DYAyê hatibû amadekirin û ji hêla NYê ve hatibû qebûlkirin û wek belgeyeke navneteweyî hatibû bikaranîn. Li gor protokolê, di mirinên binpêkirina mafên mirovan de divê sedem berfireh bê vekolînkirin kû ji pîvanên otopsiyê pêk tê. Di protokolê de vekirina gorên komî di çarçoveya hin yasa û pîvanan de tê kirin û derbarî rêya otopsiyê de detay tên dayîn. Tirkiyê jî heman protokol îmze kiriye lê derbarê hin xalan de îtirazên xwe jî aniye ziman û ew xal îmze nekiriye.

    Bi heman mijarî:

    NY: Dewleta Tirk li Cizîrê zêdetirî 100 kesî şewitandin
    Neteweyên Yekbûyî: ‘Rapora Cizîrê gihîşt destên me'
    IHD: Me rapora li ser ‘' tiştên li Cizîrê qewimîn'' da NYyê
    “Tiştê li Cizîrê diqewime bêexlaqî ye”
    Rusya: 'Em ê belgeyên Cizîrê bidin Neteweyên Yekbûyî'
    Etîketan:
    Protokola Minnesotoyê, Neteweyên Yekgirtî, Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê, Zeid Raad al-Hussein, Ferhat Encu, Gulşen Ozbek, Faysal Sariyildiz, Şirnex, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de