05:12 20 Tebax 2017
Zindî
    roket - kilîs

    Gelo DAIŞ dixwaze şerê Tirkiyê bike?

    © Foto: DHA
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 9603

    Li gor rojnameger Semîh Idîz, DAIŞ dixwaze Tirkiyê bikişîne nav tevliheviyê û Tirkiyê jî amadekariya operasyoneke lezgînî dike. Mamosteyê Zanîngeha Kadîr Hasê Solî Ozel jî di wê baweriyê de ye ku DAIŞ ji ber ku di nava hevpeymaniya navdewletî de cî digire, şer li hember wê Tirkiyê şer ragihandiye.

    Navenda Nuçeyan — Êrişên rêxistina terorîst ya bi navê DAIŞê li ser hev roketan diavêje bajarê Kilîsê. Di 4 mehên dawî de zêdetirî 50 roket ji hêla Sûriyê ve avêtin bajarê Kilîse yê li sînorê Sûriyê ye.

    17 KESAN JİYANA XWE Jİ DEST DAN

    Li gor zanyariyan di encama teqînan de 17 kesan jiyana xwe ji dest da û 58 kes jî birîndar bûn. Ji 18ê Rêbendanê û heta niha 21 roket li xanî, dibistan û nexweşxaneyan ketine. 28 ji wan jî li cihên vala ketine. Lê bi taybet yên ku di rojên dawî de tên avêtin li avahiyan dikevin.

    Hikûmeta Tirkiyê radigihîne ku ew bi çekên giran bersiva êrişan didin û wan di çend rojên derbasbûyî de gelek amûrên leşkerî, çek û cebilxane şandine ser sînor. Çavkaniyên herêmî şandina çek û cebilxaneyan piştras dikin. Rewşa derketiye holê bixwe ev nîqaş careke din anî rojevê ku gelo hikûmet Tirkiyê dixwaze bikeve Sûriyê?

    ‘DAIŞ TIRKIYÊ PROVOKE DIKE'

    Tankên artêşa Tirkiyeyê
    © AFP 2017/ Bülent Kılıç
    Li gor rojnameger Semîh Idîz, DAIŞ dixwaze Tirkiyê provoke bike û dixwaze di encamê de Tirkiyê bikişîne nava tevliheviyê. Idîz balê dikişîne ser daxuyaniyên hikûmetê ku dibêje em bersiva êrişan didin û wiha dinirxîne: "Hikûmeta Tirkiyê di rewşeke gelek zehmet de ye. Ji ber ku divê bersivê bide van êrişan. Qasî ku ez fam dikim bersivê dide jî. Li gor texmînên min wê berfirehtir bike."

    Semîh Îdîz hevdîtinên di navbera rayedarên Tirkiyê û Amerîka tîne rojevê û dibêje ku dibe bi hevpeymanê re hin operasyonan li dar dixin yan jî di rojên pêş de li dar bixin. Jixwe behsa sewqiyata leşkerî tê kirin. Em nizanin gelo wê Tirkiye bi operasyoneke lezgîn bikeve Sûriyê û derkeve, an na? Heke ku bibe jî wê bi hevkariya hevpeymaniya navdewletî bibe ku serokatiya wê Amerîka dike." Idîz ne di wê baweriyê de be ku operasyona bejayî bê lidarxistin.

    ‘DAIŞÊ ŞER LI HEMBER TIRKIYÊ RAGIHANDIYE'

    Mamosteyê Zanîngeha Kadîr Hasê yê beşa Têkiliyên Navdewletî Solî Ozel di wê baweriyê de ye ku DAIŞê şer li hember Tirkiyê ragihandine. Ozel bi nêrîna xwe bi hejmara zêdebûna avêtina rokêtan ve girêdide û wiha dibêje: "Jixwe hikûmetê ji DYAyê hin amûr xwestiye. Ev jî dide xuya kirin ku wê êdî bersivê bide. Lê heta ji destê hikûmetê tê naxwazê vê mijarê weke ku "DAIŞ Tirkiyeyê bombe dike bombe dike" bide nîşandan. Ez sedema vî tiştî jî nizanim."

    Li ser pirsa "Gelo çima DAIŞ dixwaze li hember Tirkiyeyê şer ragihîne?" Solî Ozel wisa bersivê dide: "DAIŞ dixwaze bide xuya kirin ku cîhstandina Tirkiyê di nava eniya dijî DAIŞê de, wê jê re sedemên xirab derxe holê."

    Bi heman mijarî:

    Dîsa roket avêtin Kilîsê: 1 kuştî 10 birîndar hene (HAT NÛKIRIN)
    Roket avêtin Kilîsê: 2 kes jiyana xwe ji dest dan
    Dîsa roket avêtin Kilîsê
    2 roket li Kilîsê ketin: 8 birîndar!
    DAIŞê 3 roket avête Kilîsê: 12 Birîndar
    Ji aliyê Sûriyayê ve dîsa roket avêtin Tirkiyayê
    Etîketan:
    DAIŞ, Solî Ozel, Semîh Idîz, Kilîs
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de