00:49 19 Tebax 2017
Zindî
    Fehîm Taştekîn

    Taştekîn: Hin hêz li bendêne ku kurd û artêşa Sûriyê şer bikin

    © Foto:
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 5410

    Rojnamevan Fehîm Taştekîn derbarê şerê li Qamişloyê de ji Spûtnîkê re axivî. Taştekîn diyar dike ku ji herêmê agahiyên zelal bidest nakevin. Herweha li gor Fehîm Taştekîn hin hêz li bendene ku Kurd û artêşa Sûriyê bihevkevin. Dibe ku dilê Enqereyê vî tiştî dixwaze."

    Navenda Nûçeyan — Derbarê şerê ku di navbera hêzên Asayişa Qamişloyê û hêzên Rejîma Sûriyê de derketiya û li temamê bajêr belav bûye de, agahiyên zelal nayên bidestxistin. Beriya niha jî di navbera herdû hêzan de şer û pevçûnên demkî derketibûn lê yê niha dirêjtir kir. Ji her dû aliyan jî daxuyaniyên cuda tên.

    Rojnamevan Fehîm Taştekîn jî wî tiştî piştrast dike ku ji herêmê agahiyên zelal nayên. Taştekîn dibêje ku şer di navbera Asayiş û Yekîneyên Parastina Netewî yên alîgirên rejîmê û hêza Suryaniyan ya bi navê Sûtooro de derketiye. Herweha wê agahiyê dide ku ji bo ku şer bidawî bibe artêşa Sûriyê ketiye nava tevgerê. Li gor Taştekîn "Fotograf ne zelal e". Bi vê ve girêdayî nirxandina Fehîm Taştekîn wisa ye: "Pirsgirêk bêhtir di navbera hêzên milîs û asayişê de bû. Pişt ra YPG kete nav. Pişt ra artêşa Sûriyê jî sewqiyat çêkir. Kurd dibêjin ku artêşê bajar bombebaran kiriye lê ne zelal e ku ev tişt kiriye. Tê zanîn ku rêvebiriya Şamê ji bo seknandina şer lijneyek şandiye û ev lijne bi Kurdan re hevdîtin pêk aniye." Li hember van gavan jî rewş aram nebûye. Taştekîn dinirxîne ku ev rewş ne li gor berjewendiyên herdû aliyane.

    "AMERÎKA TEVLI PIRSGIRÊKÊ NABE"

    Her derdor daxwaz dikin ku Rûsya û Amerîka navbeynkariyê bikin û şer bisekinînin. Fehîm Taştekîn di wê baweriyê de ye ku Amerîka tevli pirsgirêkê nabe. Dibêje ku "Hin hêz li bendene ku Kurd û artêşa Sûriyê bihevkevin. Dibe ku dilê Enqereyê vî tiştî dixwaze. Lê Kurd û Sûriyê di wê zanebûnê de ne ku ev tişt ji bo herdû aliyan jî tercîha xirab e."

    Hin senaryo hene derbarê şerê Qamişlo de. Li gor yek ji van senaryoyan, dibe ku Îran yan jî Rûsyayê ev tevhilevî çêkiribin ku herdû hêz jî piştgiriya rêvebiriya Şamê dikin. Fehîm Taştekîn derbarê vê senaryoyê de wiha nirxandina dike: "Helbet pêşketina hevkariya Kurd û Amerîkayê, him Rûsan, him Îraniyan him jî rêvebiriya Sûriyê kêfxweş nake. Dibe ku ji hêlekê ve ji bo ku Kurd pêşdetir neçin hişyariyê bidin. Lê di vê astê de ez bawer nakim ku her sê alî jî bixwazin ku Kurd bi temamî ber bi Amerîkayê ve biçin. Herkes hasasiyeta van dengeyan dizanin. Heke ku Kurd şerê bi artêşa Sûriyê re nepejirînin, ne Rûsya ne jî Îran naxwazin herdû alî şer bikin."

     

     

    Etîketan:
    Sûtooro, Yekîneyên Parastina Netewî, Artêşa Sûriyê, YPG, Fehîm Taştekîn, Qamişlo, Sûriye, Amerîka, Rojava, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de