02:17 18 Tebax 2017
Zindî
    Tahir Baykûşak

    Kurtedîroka Rojnamegeriya Kurdî

    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 118 0 0

    Tovên rojnamegeriya Kurdî 118 sal berê ji hêla Mîkdad Mîthat Bedirxan ve hate avêtin. Ji wê rojê û vir ve bi dehan rojname, bi sedan kovar û bi dehan kanalên televizyonê hatin vekirin. Ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Tahir Baykûşak Kurtedîroka Rojnamegeriya Kurdî ji bo Spûtnîkê nivîsand.

    Le dewrî ême roman û cerîde

    Eger çî meqsed e, zanînî baw e*

    Ji ber guherînên siyasî û civakî mirov dikare dîroka rojnamegeriya kurdî ya di dema osmanî de di bin sê serdeman de binirxîne.
    Serdema yekemîn 1898-1908,
    Serdema duyemîn 1908-1914
    Serdema sêyemîn 1918-1922.

    SERDEMA YEKEMÎN 1898-1908

    Wekî ji beytên şairê netewî Haci Qadirê Koyî ku di sedsala nozdemîn de jiyaye jî tê fêm kirin di sedsala nozdemîn de yek ji nîşaneyên zanîn û pêşketinê rojname ne. Du sal piştî mirina Koyî, di 22ê Avrêla 1898an de di bin rêveberî û sernivîskariya Mîkdad Mîthat Bedirxan de weşandina rojnameya Kurdistanê her wiha destpêkirina dîroka rojnamegeriya kurdî ye jî.

    Kamûran Bedirxan
    Kamûran Bedirxan

    Kovara Kurdistanê li Qahireyê dest bi weşana xwe dike lê ji ber zext û zorên desthilatiya dewleta Osmanî neçar dimîne ku koç bike Ewrûpayê û li bajarên wek Genova û Londonê weşana xwe bidomîne. Piştî hejmara pêncemîn a rojnameya Kurdistanê em dibinin ku Mîkdad Mîthat Bedirxan berpirsiyariya rojnameyê sipartiyê birayê xwe Abdurrahman Bedirxan. Ji hejmara pêncemîn heta 1902an xwedî û berpirsiyariya rojnameyê li ser milê Abdurrahman Bedirxan e. Rojname bi du zimanî çap dibe, bi kurdî û bi tirkiya osmanî. Ji xeynî helbesteke biçûk a Hacî Qadirê Koyî nivîsên kurdî yên vê rojnamê bi kurmancî ne.

    Di nivîsên bi tirkiya osmanî tên weşandin de rengê Osmanîtiyê û dijberiya padişahê Osmanî Abduhamidê II li pêş be jî di nivîsên kurdî de kurdayetî û netewperweriya kurdî bi hawayekî zelal tê xwuya kirin. Ji ber ku nivîsên vê rojnameyê bi pirayî ji alî Abdurrahman Bedirxan ve hatine nivîsîn mirov bi hêsanî dikare bêje ku di rûpelên Rojnameya Kurdistanê de pir dengî û pir ramanî tûneye. Di vê serdemê de rojnameyek din a ku mirov dikare qala wê bike rojnameya Umîd e ku di sala 1900î de ji aliye Salih Bedirxan ve dîsa li Qahireyê tê weşandin. Lê mixabin ji hejmara duyem pê ve hejmarên vê rojnameyê heta niha peyde nebûne.

    SERDEMA DUYEMÎN 1908-1914

    Di 1908an de îlankirina Meşrûtiyeta II him ji bo rêxistinbûna kurdan him jî ji bo rojnamegeriya kurdî dîrokek girîng e. Piştî îlankirina Meşrûtiyeta II kurdên ku li Stenbolê dijîn bi navê "Kurd Teavun ve Terakkî Cemiyetî" KTTC (Komeleya Alîkarî û Pêşveçûna Kurdan) komeleyek ava dikin. Weşana fermî ya komeleyê jî " Kurd Teavun ve Terakkî Gazetesi" KTTG (Rojnameya Alîkarî û Pêşveçûna Kurdan) ye. Xwedî û berpirsiyarê rojnameyê Tewfiq Begê Silêmanî ye ku bi maxlasa Pîremêrd tê nasîn, sernivîskarê rojnameyê jî Ahmed Cemîlê Diyarbekirî ye. Nivîskarên wekî Îsmail Hakkı Babanzade, Xelîl Xeyalî, Pîremêrd, Ahmed Cemîlê Diyarbekirî di vê rojnameyê de derdikevin pêş.

    Fikr û ramnên Osmanîtiyê di rojnameyê de li pêş be jî yekem car bi her dû zaravayên kurdî, kurmancî û soranî di vê rojnameyê de derdikevin. Ji xeynî KTTGyê rojnameya Şerq û Kurdistan a Bedriyê Meletiyê û Kurdistan a Sureyya Bedirxan jî weşanên vê serdemê ne. Ji xeynî rojnameyan kovarên bi navê Rojî Kurd, Hetawî Kurd û Bangî Kurd jî mirov dikare wekî weşanên vê serdemê bî ziman. Her dû kovarên pêşî ji aliyê xwendekarên kurd yên ku li Stenbolê perwede dibin ve tên weşandin. Ji alî naverokê ve Rojî Kurd û Hetawî Kurd zêdetir bi mijarên kurdayetî ve eleqeder in. Her wiha mirov dikare di vê serdemê de qala rojnameyên heremî yên wekî Peyman û Dicle jî bike ku li bajarên Kurdistanê hatine weşandin. Vê serdemê bi destpêkirina şerê cîhanê yê yekemîn re bi dawî dibe.

    SERDEMA SÊYEMÎN 1918-1922

    Piştî şerê cîhanê yê yekemîn kurd cardin li Stenbolê dest bi rêxistinbûnê dikin. Di vê serdemê de Kurdistan Te'alî Cemiyeti KTC (Komeleya Bilindkirina Kurdan) û gelek saziyên din ava dibin. Êdî xwuya ye ku dê Dewleta Osmanî hilweşe, lewre dema mirov li weşanên vê demê dinêre vegotina neteweperwerî eşkere xwe dide nişandan. Kovara Jîn û Kovara Kurdistanê du weşanên sereke yên kurdan ê vê serdemê ne. Kovara Jînê piştî hejmara 25an weki rojname weşana xwe didomîne. Daxwaza desthilatî û belavkirina fikra netewî hin ji armancên bingehîn yên Kovara Jînê ne. Nivîskar û rewşenbîrên wekî Pîremêrd, Abdurrehîm Rehmî,

    Pîremêrd
    Pîremêrd

    Hemzeyê Miksî, Mehmed Mihri, Kurdiyê Bitlîsî, Kemal Fewzî, Abdullah Cevdet, Memduh Selîm, Yamulkizade Abdulaziz û Kamuran Bedirxan di vê serdemê de derdikevin pêş. Mixabin ji ber ku kurd di doza serxwebûnê de bi ser nakevin nivîskar û rewşenbîrên vê deme ji hev belav dibin. Ji rewşenbîrên vê serdemê di warê rojnamegeriyê de yê domdar bêguman Pîremêrd e. Pîremêrd piştî ji Stenbolê vediqete û vedigere Silêmaniyê ji 1925an heta 1950î rojnameya Jiyan- Jînê der dixe.

    *Hacî Qadirê Koyî, Dîwanî Hacî Qadirê Koyî, Serdar Hemid Miran, Kerim Mistefa Şareza (Kürdistan Yayıncılık: Kürdistan Publication, 1390),118.

    Tahir Baykuşak

    Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

     

     

    Etîketan:
    Kurdistan Te'alî Cemiyeti KTC ( Komeleya Bilindkirina Kurdan), Bangî Kurd, Hetawî Kurd, Rojî Kurd, Ahmed Cemîl, Abdurrahman Bedirxan, Mîkdad Mîthat Bedirxan, Haci Qadirê Koyî, Qahîre
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de