03:35 21 Tebax 2017
Zindî
    Rojnameya Kurdistanê

    Rojnamegeriya Kurdî di nava pirsgirêkan de pêş dikeve

    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 8010

    Rojnamegeriya Kurdî 118 saliya xwe pîroz dike. 118 sal berê tovê rojnamegeriya Kurdî ku li Qahîreyê bi Rojnameya Kurdistanê ve hate avêtin, di sedsala 21emîn de bi dehan kanalên televizyonê û bi dehan rojname û kovaran ve şax daye. Rojnamevanên Kurd yên di dezgeyên cuda de dixebitin, rewşa rojnamegeriya Kurdî li gel kêmasiyan baş dinirxînin.

    Navenda Nûçeyan — 118 sal berê li Qahîreyê di dîroka Kurdan de rûpeleke nû vebû. Rojnameya Kurdistanê di 22 Nîsana 1898an de ji hêla Mîqdat Mîthat Bedirxan hate derxistin. Ev roj weke roja rojnamegeriya Kurdî tê pîroz kirin. Ji wê rojê û şûn ve ne bi awayekî rêkûpêk jî be, rojnamevanên Kurd xebatên xwe dikin. Li her çar welatên ku Kurd lê dijîn û li derveyî welat ev xebat bi karmendiya sedan kesan ve dimeşe.

    "ROJNAMEGERİYA KURDÎ LI HER SURGİNÊ BÛYE"

    Gerînendeyê Giştî yê Kovara Nûbiharê Suleyman Çevîk dibêje ku rojnamegeriya Kurdî ji ber şert û mercan li sirgunê destpêkiriye û ev rewş heta niha jî berdewam dike. Çevîk behsa pirsgirêkên rojnamegeriya Kurdî dike ku van pirsgirêkan wiha rave dike: "Pîvanê rojnamegeriya ku em dikin û ya li piyasê ye dema em didin ber hev, gelek ferq di navbera wan de hene. Em nikarin bibêjin ku li gor pivanê profesyoneliyê rojnamegeriya Kurdî tê kirin. Li Kurdîstana Bakur tenê yek rojnama rojane heye. Pirê rojname û kovarên ku derdikevin, ne yên îro tene yê berê jî, weke bulten xebitîne. Weke weşana partiyekê, weke weşana grubekê xebitîne."
    Çevîk vê rewşê bi şert û mercan ve girêdide û dibêje ku "ji mecbûriyetê wisa bûye."

    Rojnameya Kurdistan
    Rojnameya Kurdistan

    "ROJNAMEGERIYA KURD DI 25-30 SALAN DE PÊŞKETIYE"

    Kurd di dîroka xwe de cara destpêkê di sala 1995an de bûn xwedî kanaleke televizyonê. Navê vê kanalê Med TV bû. Piştî vê gavê bi taybetî bi salên 2000î re bi dehan kanalên televizyonan hatin vekirin. Him li Herêma Kurdistanê, him li Tirkiyê û li Ewropayê, Kurd bi kanalên televizyonan yên nûçeyan dixwazin dengên xwe bigihînin cîhanê.

    Rojnamevan Eyyup Demîr behsa vê pêşketinê dike. Demîr dibêje ku her çiqas pirsgirêkên rojnamegeriya Kurd jî hebin lê bi taybetî di nava 25 û 30 salan de gelek pêşketin jî çêbûne. Demîr vê peşketinê wiha dinirxîne: "Em dizanin ku him aliyê rojname, aliyê televizyon û kovaran de dikarin bi nav û dengê xwe jî derkevin holê. Rojnamevanên Kurd her ku diçin bi şekleki dewlemend derdikevin pêş. Çapemeniya Kurd êdî ji nav sînorên teng derketine. Ji bo wê jî em dikarin bêjin bi merhele merhele çapemeniya kurd di nav tixuben dinyayê ji xwe re cî vedike."

    "REWŞA KURDAN Û YA ROJNAMEGERIYA WAN JI HEV NE CUDA YE"

    Endamê Rêvebiriya Tevgera Azadiyê Enes Atîla Pay rewşa medyaya Kurd bi rewşa giştî ya Kurdan ve girêdide û diyar dike ku "Di demên dawî de him bi pêşketina statuya li du parçeyên Kurdistanê û him jî ji ber ku têkiliyên bi medyaya navdewletî re pêşketine, medya Kurd berbiçavtir bûye. Lê divê ev medya ku em behsa wê dikin, karibe aktorên herêmî baş tehlîl bike û bi şêwe û rêbezeke xweser nêzîkî nûçe û bûyeran bibe û li hember medyaya mêtînger ya ku enformasyon û dezenformasyonê çêdike bibe deng û rengê Kurdan."

    Rojî Kurd
    Rojî Kurd

    "MÊTINGER DESTHILATÊ BAZARÊ NE"

    Rojnameger Aydin Dere kêmasiyên rojnamegeriya Kurdî bi bêstatubûna Kurdan ve girêdide. Li gor wî heta ku Kurd nebin desthilatê erdnîgariya xwe, çapemenî jî bi awayê ku tê xwestin bipêş nakeve. Dere wisa dinirxînê rewşa rojnamegeriya Kurdî: "Li Amedê bixwe çapemeniya herî zêde tê firotin ya Tirkan e. Pirtûkên herî zêde tên firotin yên nivîskarên Tirk in. Ji ber ku mêtînger desthilatê bazarê ne." Rojnameger Dere ji bo medyaya Kurdî jî dibêje pêwîste yekîtiyek wan hebe, şîrketên belavkariyê hebin."

     

     

    Etîketan:
    Tevgera Azadiyê, Med TV, Nûbihar, Rojnameya Kurdistanê, Aydin Dere, Enes Atîla Pay, Eyyup Demîr, Suleyman Çevîk, Mîqdat Mîthat Bedirxan, Stenbol, Qahîre, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de