10:19 20 Îlon 2017
Zindî
    Şêro Simo berpirsê kampa Esyan a penaberan.

    Berpirsê Kampa Penaberan: 'Êzdiyên ku li kampên penaberan dijîn hewceyî alîkariyê ne'

    © Sputnik/ Karîna Samandova
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 97731

    Penaberên êzdî digel alîkariyên NY û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di nava rewşeke dijwar de ne û hewceyî alîkariya madî û nujdariyê ne.

    Berpirsê Kampa Penaberan a Esyanê ya li nêzikî Zaxoyê Şêro Simo li Moskovayê bû mêvanê `Radyo Sputnîk`ê.

    Şêro Simo di axaftina xwe de behsa pirsgirêkên penaberên êzdî yên li kampa Esyanê kir û destnîşan kir ku penaberên êzdî digel alîkariyên NY û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di nava rewşeke dijwar de ne û hewceyî alîkariya madî û nujdariyê ne.

    Simo bang li kurdên Rûsyayê û cîhanê kir ku alîkariya penaberan bikin û hêvî nîşan dan ku di demeke zû de problemên li Şengalê bêne çareserkirin û penaber vegerin malên xwe.

    Berpirsê Kampa Esyan herwiha diyar kir ku bandoreke neyênî ya nakokiyên di navbera partiyên sîyasî yên kurd de li ser penaberan heye û hêvî kir ku nakokî bêne çareserkerin û yekitîya neteweyî bê dabînkirin.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: 'Qeyrana aborî û mesrefên penaberan giran in; alîkariya me bikin'
    Sûriye: Sedema krîza penaberan Erdogan e
    Di krîza penaberan de pêkhateya kurd
    Tirkiyayê jin û zarokên penaber dersînor kirin
    Penaberên Kobanî di pemboyan de kar dikin
    Heta niha nêzî 1700 kurdên êzdî ji dest DAIŞê rizgar bûne
    Etîketan:
    yekitîya neteweyî, partiyên sîyasî yên kurd, alîkariya madî, kurdên êzidî, Kampa Penaberan a Esyanê, NY, Şêro Simo, Şengal, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de