11:07 20 Tebax 2017
Zindî
    Hevserokên KCDê Hatip Dicle û Leyla Guven

    TAYBET - Hatîp Dicle: ‘Dewlet li hemberî hemû kurdan dişminatîyê dike'

    © Foto: Twitter/KCD
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 41601

    Hevserokê KCDê û endamê Heyeta Îmraliyê Hatîp Dicle derbarê rojevê de ji Sputnik Kurdistanê re axivî û daxuyaniyên giring da.

    Cesîm Îlhan

    Hevserokê KCDê Hatîp Dicle got: "Ji ber ku ev şerên ku hikumetê daye destpêkirin ne tenê li dijî kurdên wir û PKKê ye, li dijî hemû kurdan e. Me bi salan e ‘xweseriya demokratîk' ji xwe re kiriye armanc. Em naxwazin ku biqetin. Em bi hemû gelan re dixwazin ku wekhev û azad bijîn. Em bi vî awayî yekîtiya Tirkiyeyê saxlemtir dikin. Dewlet destkeftinên kurdan ku heta îro bi dest xistiye weke tehlûke dibîne û dijminahî dike.'

    Piştî ku Mutabaxata Dolmabahçeyê ji hêla hikumetê ve hat rakirin û piştre şer û pevçûn ji nû ve dest pê kirin, hevdîtinên Heyeta Îmraliyê jî bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re  êdî pêk nehat. Herî dawî piştî hilbijartinên 1ê Mijdarê hikumet û Serokomar rasterast diyarkirin ku êdî di pêvajoyê de HDP, KCK û Abdullah Ocalan wê ji hêla wan ve muxatap neyê dîtin.

    Li ser vê yekê duh Heyeta Îmraliyê daxuyaniyek da û agahiyên girîng bi raya giştî re parvekirin.

    Derbarê vê mijarê de  Hevserokê KCDê û endamê Heyeta Îmraliyê Hatîp Dicle ji Sputnik Kurdistanê axivî û daxuyaniyên girîng da.

    Daxuyaniyên hikumet û Serokomar, her wiha bersivên ku KCKê li hemberî van daxuyaniyan daye li holê ye. Gelo hikumet dikare bêyî KCK, Ocalan û HDPê pêvajoyeke bi ser navê çareseriyê bide destpêkirin?

    ‘Ev gişkî çîrokên valanin. Di salên 90an de jî dewlet serokên eşîran, sercerdevanan, hîn kesên ji partiyên siyasî gazî Enqereyê dikir û dixwest ji van kesan aktorên li gorî xwe bi afirîne. Nêzikatiya gel ji kîjan aliyê re be, gel kîjan aliyê weke îrada xwe bibîne mûxatap jî ew e.  Îsraîl bi salan digot ‘em FKOyê muxatap nabînin', her wiha Tirkiye heman tiştî bi salan ji bo Herêma Kurdistanê dianî ziman. Lêbelê heqîqetê jiyanê bi vana bi wan da qebûlkirin. Wan jî ne bi xêra xwe qebûl kir. Baweriya hikumet û serokomar bi xwe jî, ji gotin û projeyên tînin ziman re tune ye. Îro li dijî gelê kurd şer û wehşeteke pêk tînin. Wan gotinên xwe jî, dixwazin bixin argumanê vî şerî. Yanê rastiya van projeyan tune û ew bi xwe jî ji gotinên xwe bawer nakin.'

    Gelo di vî şerî de armanca hikumetê çiye?

    ‘Ev pirsgirêk ne tenê li Tirkiyeyê, bi hemû herêmê re eleqedar e. Divê ev pirsgirêk bi vî awayî were dîtin. Tê zanîn ku îro li herêmê (Îraq-Sûrî) weke lîstika satrancê desthilatdarên mezin bi hev re şer dikin. Di nava vê pergalê de gelê kurd çeperên girîng bi dest xist. Her wiha li aliyê Bakûr jî gelê kurd bi hêzên demokrasiyê re xwediyê îradeyekê mezin e. Amanca vê îktîdarê ew e ku destkeftinên kurdan pûç bik. Heta vê demê bi tu awayî PYDê bi Tirkiyeyê re dijmanahî nekirye. Li hikumet û Serokomar ji destkeftinên kurdan ditirsin û hem li vir hem jî li Rojava li dijî gelê kurd polîtîkayên dijminahiyê pêk tînin. Armanca vî şerî ji bo wan ev e. Divê gelê kurd li her çar perçeyan kongreyên netewî pêk bînin û li dijî van polîtîkayên şer yekîtiya xwe avabikin.'

    We behsa destkeftinên kurdan kir. Gelo we van destkeftinan bi wateya serxwebûnê de got?

    Na, di warê serxwebûnê de nabêjim. Gelê kurd niha li Rojava dewleteke nû ava nekiriye. Bi gelên Ereb, Suryanî, Çeçen hwd. re peyman danîne ku di rêziknameya kantonan de bi hev re bi her awayî azad bijîn. Turkiye li hemberî vê jî temil nake. Me ji xwe li vir jî di polîtîkayên xwe de gelek caran got ku em ji hev qetandinê nakin armanc. Dewlet destkeftinên kurdan ku heta îro bi dest xistiye weke tehlûke dibîne û dijminahî dike. Ji ber ku ev şerên ku hikumetê daye destpêkirin ne tenê li dijî kurdên Bakûr û PKKê ye, li dijî hemû kurdan e. Eger destkeftînên kurda li vir were pûçkirin, wê li Rojava û Başûr jî heman tişt pêk were. Ji ber ku dewlet weke tehtîdê dibîne.Me bi salan e ‘xweseriya demokratîk' ji xwe re kiriye armanc. Em naxwazin ku biqetin. Em bi hemû gelan re dixwazin ku wekhev û azad bijîn. Em bi vî awayî yekîtiya Tirkiyeyê saxlemtir dikin.'

    We got: ‘Em bi xweseriyê yekîtiya Tirkiyeyê saxlemtir dikin.' Hûn dikarin vê yekê hêj zelaltir bînin ziman?

    Hûn jî dizanin ku di projeya ‘Xweseriya Demokratîk' de em dixwazin ku 20-25 herêmên Tirkiyeyê  di nav xwe de xweser bibe, rêveberî û meclisa wan hebe. Yanê sîstemekê Adem-î Merkeziyet. Di vê sîstemê de Kurd, Tirk, Laz, Ermenî an Elewî, Xirîstiyan, Misilman hwd. welatiyek li kîjan bajarê dibe bila bibe li her derî wê bikaribin baweriyên xwe, çanda xwe, nasnameya xwe, perwerdehiya xwe, rêxistina xwe bi awakî wekhev bijîn û bi xwe pêşeroja xwe tayîn bikin.
    Heyetên DTK-HDP-PYD bi Rûsya, Amerîka û dewletên Ewropayê re gelek caran hevdîtinan pêk anîn. Gelo di nava vê konjukturê de dewleta tirk dikare li Sûrî an Rojava operasyona bejahiyê pêk bîne?

    Na, ez texmîn nakim. Ew newêrin ku bi tu awayî operasyonan pêkbînin. Lê wekê demên borî dibe ku niha jî top avêtin û li ser sînor gulereşandinan bikin. Bi vî awayî dixwazin ku şer û pevçûnan ji rojeva civakê de dernexin. Ne ku ew vê tiştê naxwezin Lê konjuktura navnetewî êdî tiştek wiha qebûl nake û destûr jî nade. Yanê quweta wan nagihije ku di vê demê de tiştek wiha bikin.

    Gelo wê kengê dawî li pevçûnan bê? Li gorî we wê dewlet dîsa bi HDP û Ocalan re dest bi muzakereyan bike?

    Divê mijarê de feraseta me yanê yê KCDê gelek diyar e. Me di serî de jî gotiye ku tu tiştek bi şer û kuştinan çareser nabe. Divê bi lezgînî her du alî jî bizivire ser Mutabaqata Dolmabahçeyê û agirbesta hatiye tehkîm kirin dest pê bike. Bi vî re divê rê li diyalog û siyasetê rê  were vekirin. Rastiya ku em tînin ziman ev e. Lêbelê li gorî daxuyaniyên Serokwezîr û Serokomar xûyaye ku wê serdemeke şerê dest pê bike. Ez di demek nêz de texmîn nakim ku bi Ocalan re hevdîtin pêk were. Xûyaye ku berxwedana gelan wê hêj bidome. Em dê bibînin ku kî berxe, kî beran e. Heta ku îktîdar bi aştiyê qayîl bibe wê berxwedan jî bidome.'

    Bi heman mijarî:

    Mesut Yegen: Projeya AKP'ê ya bêyî Ocalan û Qendîlê dê têk biçe
    Baskin Oran: ‘Stratejiya HDPê rast bû lê nekarî PKKê îxna bike'
    ‘AKP dê polîtîkayên întîqamê bimeşîne'
    Etîketan:
    KCD, KCK, AKP, HDP, Hatîp Dicle, Herêma Kurdistanê, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de