03:56 21 Tebax 2017
Zindî
    Sînan Çîftyurek

    Di navbera Rûsya û Amerîkayê de ‘ji bo kurdan kîjan siyaset' pêwist e? (BEŞA DUYEM)

    © Foto: Fecebook
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 17701

    Sinan Çiftyurek / Serokê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP)

    Wekî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Rûsya jî berjewendiyên xwe diparêze. Her du jî li pey berjewendiyên xwe ne. Tu yek jî ne dostê kurdan ê rasteqîn e. Em dizanin ku dost û dijminên emperyalîzmê nîn in; berjewendiyên wê hene û li gorî berjewendiyên guherbar dost û dijminên wê jî guherbar in.

    Ferqa di navbera her du aktorên global de ev e: DYA ji bo berjewendiyên xwe dixwaze li herêmê hinek sînor bên guherandin û Rûsya jî dixwaze ku rewşa heyî berdewam bike.

    Heke kurd bikaribin ji rewşê sûd wergirin dê heta radeyekê bigihêjin hinek destkeftiyan. Divê siyasetmedarên kurd ne ku ji her du hêzan yekî tercîh bikin; lê divê kîjan minasibî berjewendiyên wan e bi wê hêzê re hevkariyan bi pêş bixînin. Dibe ku hema tercîha DYAyê bê aqilan. Lêbelê divê neyê jibîrkirin: ji ber du sedeman dibe ku pêwendiyên kurdan ên bi DYA û welatên rojavayî re rastî hinek teşqeleyan were:
    1.    Li holê mudaxeleyeke Rûsyayê ya leşkerî heye;
    2.    Ji bo DYA û NATOyê girîngiya Tirkiyayê ya li rojhilatê Deryaya Spî her roj zêdetir dibe. 

    Heke kurd li Başûr bi DYAyê re û li Rojava jî bi Rûsyayê re pêwendiyan daynin û di nava xwe de belawela bibin wê hingê dê ziyaneke mezin bibînin. Çareserî ew e ku kurdên çar parçeyan di bin banê Kongreya Neteweyî de gotar û reftarên xwe bikin yek. Kurd bikaribin kongreya xwe ya neteweyî damezrînin, ango bibin ‘xwe' wê hingê divê hevsenga han pêk bînin:
    1.    Heke qismekî siyasetmedarên kurdan bi welatên rojavayî re pêwendiyan daynin divê welatên rojhilatî nevêjin aliyekî.
    2.    Heke qismekî siyasetmedarên kurdan bi welatên rojhilatî re pêwendiyan daynin divê welatên rojavayî nevêjin aliyekî.
    3.    Di vê pêvajoyê de heke vê hevsengê pêk bînin dê qezenc bikin; heke nikaribin ew dê di bin zextan de bipirçiqin û herin. 

    Bi heman mijarî:

    Di navbera Rûsya û Amerîkayê de ‘ji bo kurdan kîjan siyaset' pêwist e? (BEŞA YEKEM)
    TAYBET - Rêzenivîsa serfermandarekî pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê (Beşa Yekem)
    TAYBET - Rêzenivîsa serfermandarekî pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê (Beşa Duyem)
    TAYBET - Rêzenivîsa serfermandarekî pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê (Beşa Sêyem)
    TAYBET - Rêzenivîsa serfermandarekî pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê (Beşa Dawîn)
    Etîketan:
    kurdî, Kurdistan, Kurd, Serokê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Sinan Çiftyurek, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de