07:45 21 Mijdar 2017
Zindî
    Radwan Badînî berya konfêransê çapemenî

    Redwan Elî Xidir (Badînî) – rojnamevanê nevnetewî, sîyasetmedar, nivîskar (Beşa duyemîn)

    © Foto: Wêne ji arşîvê Radwan Badînî
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Karîna Samandova
    0 342772

    Rojnamevanî – meslekekî efrandarîyê ye, lê ew gelek dijwar e û lema jî gelek hewaskar e.

    `Pîşeya rojnamevan destûrê dide wî ji navê civakê li ser hinek bûyeran rexneyên xwe bîne ser zaran, ku ji bo civakê giring in. Ew bi xwe têmayê hildibijêre, li ser lêkolînan dike û raberî gel dike`.

    Elî Redwan Xidir Badînî di beşa duyemîn a hevpeyvîna me de behsa mamostetîya xwe a li ser ziman û giringîya ziman dike û dibêje: `Pirsa ziman ji bo kurdan pirseke gelek giring e.  Ji bo neteweyan zimanê standard navgîna pêvgiradana wan e. Mixabin, îro jî di hola ferazî, ango di înternetê de gelek rewşenbîrên kurdan gilî dikin ku ji çanda xwe, çavkanîya ruhê miletê xwe dûr ketine. Îro ji bo kurdan tiştê herî giring ew e, ku bi zimanê xwe ango çavkanîya ruhê neteweyîyê ve girêdayî bimînin. Ji bo wê jî, pispor û zimanzanên kurdan pêwist e bi hev re rûnên û li ser sazkirina zimaneke standar kar bikin. Em gereke elbet bi zimanê Feqîyê Teyran, Ahmedê Xanî biaxivin, lê ew nayê wê maneyê, ku em gerekê zaravên din piştguh bikin.

    Radwan Badînî berseva hevkarên xwe yên rojnemevan dide
    © Foto: Wêne ji arşîvê Radwan Badînî
    Radwan Badînî berseva hevkarên xwe yên rojnemevan dide

    Bê guman, ew faktora ku miletan dike milet, a yekitîya wan û tifaka wan radigire û pêşdixe, ew ziman û çanda giştîye. Ango nirxê giştî, bihayê giştî. Îro êdî zankoyên kurdan hene û jimara pisporên kurdan roj bi roj zêdetir dibin. Ew bi ziman ve mijûl dibin û hêdî hêdî digihijin yek çavkanîyê`.
    Badînî li ser pirsgirêkên li pêşîya tifaqîya kurdan jî dibêje ku `Armanca partî û sazîyên kurdan yek e. Kurd a niha gihaştine wê konaxê û amedabûnê ku xwe nas bikin. Xwenaskirin ji bo bidestxistina armancan tiştê herî giring e. Dema fikra neteweyî mezintir dibe dudilî jî ji holê radibe. Hebûna konflîkt û cudabûnê di nav kurdan de hêdî hêdî ji holê radibin û digihijin li ser nîyetekê`.

    Radwan Badînî danûstendinê bi nûnerên ajansên weşandinê re dike
    © Foto: Wêne ji arşîvê Radwan Badînî
    Radwan Badînî danûstendinê bi nûnerên ajansên weşandinê re dike

    Redwan Badînî  behsa bûyerên roja 3ê Tebaxa sala 2014an  a ji alîyê koma têrorîst DAÎŞ li bajarê êzdîyan Şengalê hatî pêkanîn kir û wisa got: `Tiştê ku hate serê kurdan bi taybetî li Şengalê, jenosîdek wek a cihu û ermenîyan e. Kurd îro ji hemû qonaxan zêdetir dikarin bergirîya xwe bikin. Niha komele û dezgehên kurdî yên li Ewropayê û li hemû dinyayê, dîaspora bi wê bûyerê ve mijûl dibin. Em hêvî dikin ku rojek wê bê dinya wê jenosîda li serê kurdan de hatî qebûl bike. Her weha gelek giring e ku ji bo kurdên êzdî otonomîyeke taybet hebe, ku bikaribe ew kultûra xwa ye resen ve bibe çevkanîya her çar perçeyên Kurdistanê`.
    Beşa sêyemîn a hevpeyvîna bi birêz Redwan Badînî re hûn dikarin di bernameya me ya hefteya li pêş de guhdarî bikin.

    Bi heman mijarî:

    Redwan Elî Xidir Badînî – rojnamevanê nevneteweyî, sîyasetmedar, nivîskar (Beşa Yekemîn)
    Etîketan:
    Redwan Elî Xidir, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de