06:43 23 Mijdar 2017
Zindî
    Redwan Badînî

    Redwan Elî Xidir Badînî – rojnamevanê nevneteweyî, sîyasetmedar, nivîskar (Beşa Yekemîn)

    © Sputnik/ Wêne ji arşîvê Redwan Badînî
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Karîna Samandova
    33440103

    «Derheqa paşeroja geş da sîyasetmedar difikirin, derheqa demên buhurî da dîrokzan difikirin, derheqa roja îroyîn da rojnamevan difikirin». Jarko Pêtan.

    “Di dawîya salên 80-90î yên sedsala buhurî, dema Sovyetê, ez bi komeke gencan re bona cejna Newrozê ji komareke Yekîtîya Sovyet hatime Moskowê”. Ew cejna baharê ya ciwan ji alîyê xwendekar û aspîrantên kurd ve dihate derbazkirin, ku di dayîreyên xwendina bilind yên Moskowê da dixwendin. Me zewqeke mezin ji cejinê sitend, me ji seredana xwe lezeteke mezin dît. Em bi gelek merivên zane û balkêş ra bûne nas. Û ya sereke jî her tişt bi zimanê me dihate kirin. Wê rojê gelek sazbendî û sitiran hebûn, ezberî dihatine xwendin, wergirtina gelekan bi kurdî bû, kincên rengo-rengo li xwe kiribûn. Lê ji bo kesên wek me, ku dûrî welatê xwe yê dîrokî mezin bûne, ne bi zimanê pêşîyên xwe xwendibûn, ev hemû wek ecêbeke mezin û xewneke xweş bû. Piştî axavtina vekirina civînê û silavkirina mêvanan, ku ne tenê ji cî û warên Yekîtîya Sovyet, lê herwiha ji welatên dereke jî hatibûn, xortekî qeşeng cimbûş di dêst da rabû ser dikê, sitiraneke xweş got, ku bi çapikên demdirêj va hate pêşwazîkirin. Ji me ra gotin, ku ew xwendkarê Ûnîvêrsîteya Moskvayê ye û wê bibe rojnamevan.
    Ji wê rojê gelek dem derbaz bûye. Û dema li Moskvayê li radyoya ”Dengê Moskvayê” beşa kurdî hate vekirinê, ew yek ji kesên pêşin bû, ku seredana me kir, em pîroz kirin û piştgirî da me û me bîr anî, ku ew kes e, ku berî gelek salan li cimbûşê dixist û îro bûye rojnamevanekî profesyonal.

    Redwan Badînî – rojnamevanê nevnetewî, sîyasetmedar, nivîskar,  Yevgenî Maksîmovîç Prîmakov – sîyasetmedar, karmendê dewletê yê berê yê federasyona Rûsyayê, Felah Mustefa-Serokê mekteba Peywendiyên Derva Hukumeta Herêma Kurdistanê.
    © Foto: Wêne ji arşîvê Redwan Badînî
    Redwan Badînî – rojnamevanê nevnetewî, sîyasetmedar, nivîskar, Yevgenî Maksîmovîç Prîmakov – sîyasetmedar, karmendê dewletê yê berê yê federasyona Rûsyayê, Felah Mustefa-Serokê mekteba Peywendiyên Derva Hukumeta Herêma Kurdistanê.

    Elî Redwan Xidir (Redwan Badînî) 17ê sibatê sala 1955an li Hesekê, Sûrîyê, di malbeteke mezin da ji diya xwe bûye. Piştî temamkirina dibistanê, ew kete fakûltêta hiqûqî ya Ûnîvêrsîteya Şamê, lê di rûyê hinek sebeban da ew xilaz ne kir. Û sala 1977an hate Rûsîyayê, Moskvayê û kete ûnîvêrsîteya Moskvayê, fakûltêta rojnamevanîyê û ew bi dîploma sor xilaz kir. Ez dixwezim destnîşan bikim, ku sitendina dîploma sor karekî ne ewqas hêsan e, hela di ser da gelek dijwar e jî. Piştî temamkirina ûnîvêrsîteyê ew kete aspîrantûrayê û pişt ra dîsertasyona xwe pewan kir. Têma dîsêrtasyona wî ha bû: ”Çapemenîya kurdan ya nûdemê li sirgûnîyê: taybetmendî û pêşketina wê”.

    Redwan piştî bû doktor, bi sebebên sîyasî nikaribû vegerîya welatê xwe – Kurdistana Rojava. Birêz Redwan çû Fransîyayê. Di salên 1988-1990 da li Ûnîvêrsîteya Parîsê ya ser navê Nantêr kûrsên zimanê fransî xwend. Li Fransîyayê karên cûre-cûre kir, bû serwêrê fîrmayeke bazirganîyê, bû wergervanê ji zimanên erebî û fransî. Fêrî hemû cûrên rojnamevanîyê bû — ya rojnameyan, radyoyê û têlêvîzyonê.
    Ew xudanê gelek nivîsan e. (Di salên 2003-2005 da du pirtûkên wî derketine bi zimanên rûsî û erebî).
    Lê birêz Redwan Elî axirîya axirî çû Kurdistanê. li Kurdistana Başûr û karê xwe li wir berdewam kir, li ûnîvêrsîteya Selaheddîn li Hewlêrê, bû mamosta û serwêrê beşê.

    Redwan Elî Xidir (Badînî) – rojnamevanê nevnetewî, sîyasetmedar, nivîskar.
    © Foto: Wêne ji arşîvê Redwan Badînî
    Redwan Elî Xidir (Badînî) – rojnamevanê nevnetewî, sîyasetmedar, nivîskar.

    Di salên 2006-2007an li têlêvîzyona ”Zagros”ê kar kir, li Hewlêrê, li bernameya her heftê ya bi navê ”Orbîta kurdan”, ku bi zimanê erebî bû.
    Ew tevgelê bi dehan rasthatinên civakî-sîyasî yên navnetewî bûye. Hatîye hilbijartin wek endamê komîtêya konfêransa Sûrîyê li Antalîyayê, di 01.06.2011an da. Ketîye nava teşkîla gelek dêlêgasyonên opozîsyona Sûrîyê li welatên dereke.
    Ew bi zimanên îngilîsî, fransî, rûsî, erebî û hilbet, kurdî zane.

    Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi birêz Redwan Badînî re hûn dikarin di bernameya me ya hefteya li pêş de guhdarî bikin.

     

    Etîketan:
    Redwan Elî Xidir, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de