03:18 25 Mijdar 2017
Zindî
    Cizîr

    Nazmî Gur: Cizîrî cenazeyên xwe di sarincan de diparêzin

    © Foto: Twitter
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 701

    Erdogan serkeftina hilbijartinên bi rîyên demokratîk ve hatî bidestxistin red kir û encamên wê nas nekir. Niha jî ji bo bidestxistina 400 parlamenteran welêt ber bi şereke navxweyî ve dibe.

    Li başûr-rojhilatê Tirkiyeyê rageşî gihaştîye asteke gelek krîtîk. Sîyasetmedar û pisporên sîyasî destnîşan dikin, ku welêt ber bi şereke navxweyî ve diçe. Li gelek deweran herêmên ewlekarîyê hatin îlankirin. Bi dehan welatî têne kuştin û operasyonên taybet têne meşandin.

    Armancên alîyan çi ne? Rêbazên bikar tînin çiqas rewa ne? Zerengîya xeterîyê ya rewşa li herêmê çiqas cidî ye?

    Cîgirê hevserokê HDP`ê parlamenterê Wanê Nazmî Gur ji Radyo Sputnik`ê re li ser vê mijarê wisa got:

    `Eger em wan demên dawîyê binêrin, rawestandina agirbestê, destpêkirina şer û provayên şerê navxweyî ji alîyê kî ve tê kirin, wê baş bête famkirin. Berî hilbijartinên meha Hezîranê, serokkomarê ku gereke bêlayen be, bi her awayî propagandaya AKP`ê dikir. Ji serokwezîr Davûtoglû zêdetir kampanîya hilbijartinan meşand û welêt ber bi hilbajartinan ve bir. Di maweya kampanîya hilbijartinan de partîya me gelek caran rats bi êrişan hat. Mîtînga Amedê ya du rojan berî hilbijartinê ya ku hevserokê me axaftvan bû, hate bombekirin.

     

    Hilbijartinên roja 7`ê Hezîranê encamên gelek mezin bi xwe re anîn. Ya yekemîn, AKP ku ew 13 sal bû hikûm dikir, desthilata xwe winda kir.

    Ya duyemîn, serokkomar Erdogan ku dixwest dewletê bi tenê serê xwe rê ve bibe, ji rayeyên makezagona 12`ê Îlonê jî derbaz kir û xwest rayeyên serokatî û nîvserokatîyê derbazî makezagonê bike. Dixwest bibe serok û ew ihtimal ji holê rabû. Ji ber ku encamên jilbijartinan, rewşa koalîsyonê detrxiste holê. HDP`ê ji % 13`yê dengan wergirt û bidestxistina 80 kursîyên parlamentoyê serkeftineke gelek mezin bi dest xist. Lê, erdogan tabloya derketî holê qebûl nekir. Hem encamên hilbijartinan nas nekir û hem jî serkeftina HDP`ê hezim nekir.

    Ji alîyê din ve, pêvajoya çareserîyê ji xwe berî hilbijartinan bi dawî kiribû. Lihevkirina DYA û Tirkiyeyê ya li ser Încîrlîkê, firsenda xerabkirina agirbestê derxist û ji bilî çend tevgerên hewayî yên vala yên li dijî DAÎŞ`ê, berê xwe da kurdan û li dijî wan şer da destpêkirin.

    Eger em van rastîyan berbiçav bikin, Erdogan serkeftina hilbijartinên bi rîyên demokratîk ve hatî bidestxistin red kir û encamên wê nas nekir. Niha jî ji bo bidestxistina 400 parlamenteran welêt ber bi şereke navxweyî ve dibe.

    Hemû tiştên niha diqewimin, ihtimala şerê navxweyî jî ji arezûyên Erdogan ên bi tenê serê xwe rêvebirina welêt û sazkirina rejîmeke otorîter pêk tên. Erdogan dixwaze ku di parlamentoyê de 400 parlamenterên wî hebin. Ne kurd û ne jî hêzên din ên demokrasyîyê wê yekê tu caran qebûl nakin. Nêzbûneke wisa û rejîmeke otorîter qebûl nakin. Bûyerên ku li Cizîrê diqewimin, dorpêçkirin, pratîka rewşa awarte û qedexekirina derketina kolanan encamên wê sîyasetê ne.

    Ew 8 rojên li Cizîrê qedexeya derketina kolanan tê sepandin. Bajarê ji gelheya 120 hezar kesan pêk tê îro di bin dorpêça leşker û polîsên AKP`ê de ye. Mirov nikarin cenazeyên xwe defin bikin. Heta niha ji 20`an zêdetir sivîlan jîyana xwe ji dest dane. Her kesê ku neçar dimîne derkeve kolanê bi awayeke bêpîyar tê kuştin. Kesên têne kuştin jî ji ber ku nikarin bêne definkirin, di sarincan de têne parastin. Niha li Cizîrê 5 termên mirovan li sarinca marketekê de ne û ji ber tunebûna elektrîkê, bi jeneratoran ve têne sarkirin. Dîsa termê zarokeke 12 salî 3-4 rojan di sarinca malê de hate girtin.

    HDP
    © Foto: Gulnush Ergul

    Famkirina wê hovîtîyê ne mimkun e. Bawer bikin Îsraîlê li ser Xezayê dorpêçeke wisa ne sepandî ye. Sepanên rejîma ku dibêje `ez misulman im`, `ez rejîmeke misulman im` li holê ye.

    Hevserokê me birêz Seleheddîn Demîrtaş, bi pêratîya du wezîr, parlamenter, şaredar, nûnerên rêxistinên civakî û welatî jî nikarîn derbazî Cizîrê bibin û ji alîyê polîsan ve têne astengkirin. Jîyana wan di bin xeterîyê de ye, ji ber ku polîs hemû kesên ku dixwazin derbazî navçeyê bibin gulebaran dike. Parlamenterên me, Osman Baydemîr û Meral Daniş Beştaş jî hatin derbkirin.

    Rewş ne baş e, hêvî dikim ku aqli selîm bi ser keve û dawî li wan sepanên li dijî mirovatî û hiquqê bête anîn, dorpêça li ser Cizîrê bête rakirin û mirov vegerine jîyana xwe ya normal`.

    Bi heman mijarî:

    Nijadperestan avahiya HDP'ê şewitandin: 30 HDPî asê man
    Li gorî encama anketên dawîn AKP û HDP 8 bi 8 diçin
    HDP dê yekser banga aştiyê bike
    Di hilbijartina vê carê de gelo HDP dê % 17 bi dest bixîne?
    Şanda HDP-DBP’ê bi Serokkomarê Awûstûryayê re civya
    Rêvebirya HDP civînek ewarte derbarê bûyera li Pirsûsê lidarxist
    Çaglar Demîrel : `İhtimal tune ku HDP bi AKP re koalisyon çê bike`
    Eksper: `Koalîsyona HDP û AKP real e`
    Karasû: HDP karekî xelet dike
    Medyaya cîhanê: HDP kabûsa Erdogan e!
    PAJK: 'Cizîr ne bi tenê ye'
    Etîketan:
    Dorpêç, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de