19:53 23 Mijdar 2017
Zindî
    Şervanên YPG

    Rûsya êdî çawa dikare bi DAÎŞ`ê re têbikoşe

    © ANHA
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 2501

    Koalîsyona hikûmeta Sûrîye û `Yekîneyên Parastina Gel` bi alîkarîya navneteweyî dikare Sûrîyeyê rizgar bike.

    Rûsya bi israrî pêşînîyar dike ku li dijî terorîzma li Sûrîyeyê ku êdî ji çarçoveya mirovatîyê derketîye, hewlên xwe bikin yek. Lê, bangên sazkirina kolaîsyoneke global a li dijî DAÎŞ`ê ji alîyê welatên rojavayî û ji alîyê welatên Rojhilata Navîn ên cînarên Sûrîyeyê yên piştgirîya leşkerî didine opozîsyona çekdar ve nayêne bihîstîn. Di wê rewşê de, li pêşîya Rûsyayê ji bilî sepandina stratejîya xwe ya şerê li dijî DAÎŞ`ê, tu rîyeke din namîne û wê piştgirîya leşkerî-teknîkî ya ji bo hikûmeta Sûrîyeyê berdewam bike. Di wê aresteyê de kîjan gavên din dikarin bêne avêtin?

    Avahiya wezareta karên derve ya Amerîkayê
    © AP Photo/ Luis M. Alvarez

    Cîhan êdî encamên rûxîner ên şerê navxweyî yê li Sûrîyeyê zêdetir hîs dike, ku bi alîkarîya hêzên bîyanî yên piştgirîyê didine dijberên desthilata sîyasî ya wî welatî berdewam dike. Neçarîya qebûlkirina bi milyonan penaberan nirxê herî nizm e, yê Ewrûpa li hember redkirina pabendbûna hiquqa navneteweyî pêwist e razî bike. Lê, bedela ku heta niha Sûrîyeyê dayî, bi sedan caran zêdetir e û eger hikûmeta Beşar Esad bête têkbirin, bedela bête dayîn wê bigihije asta karesateke erjeng û wê li tewaya Rojhilata navîn belav bibe. Koalîsyona navneteweyî ya ji alîyê DYA`yê ve hatî sazkirin, di maweya sala par de hewl da, ku êrişên DAÎŞ`ê ber bi Şamê ve kanalîze bike. Armanca koalîsyona bi serkêşîya DYA`yê ew e, ku bi destê DAÎŞ`ê artêşa hikûmeta Sûrîyeyê û mîlîsên piştgirîya wê dikin têk bibe û paşê DAÎŞ`ê ji holê rake û paşê jî bi destê opozîsyona çekdar hikûmeta Beşar Esad wergerîne. Rûsya jî dihesibîne ku hêza yekane ya dikare pêşî li `Dewleta Îslamî` bigire, artêşa hikûmeta Sûrîyeyê ye û ji ber wê jî baresteya alîkarîya leşkerî-teknîkî û yên din ji hikûmeta rewa ya wî welatî re zêdetir dike. Alîkarîya Rûsyayê ya di şertên şerê li Sûrîyeyê de alîkarîyeke jîyanî ye.

    Di maweya 4 salên şer de Sûrîye gelek hate guhertin û gelek hêzên cuda yên dijberên hev peyda bûn. Yek ji wan hêzan `Yekîneyên Parastina Gel` ên kurd in, ku kantonên li bakûrê Sûrîyeyê avakirinî ji terorîstan diparêzin. Piştî şerê giran yê di navbera DAÎŞ û kurdan û her weha piştî windahîyên ewqas mezin, lihevhatina kurd û DAÎŞ`ê ne pêkan e. Bi taybet jî piştî şerê Kobanîyê. YPG hêza herî reel e ya ji bilî artêşa hikûmeta Sûrîyeyê li hember DAÎŞ`ê bi awayeke xurt li ber xwe dide. Lê, hêzên bîyanî niha her tiştî dikin, ku hêzên kurd û artêşa hikûmeta Sûrîyeyê ji hev dûr bixin.

    Îro gereke hewl bêne dan ku hêzên kurd di şerê li dijî DAÎŞ`ê de ji hikûmeta Sûrîyeyê neyêne îzolekirin. Gereke wisa neyê kirin ku DAÎŞ tewaya hêza xwe ber bi enîyên artêşa hikûmeta Sûrîyeyê ve bide arestekirin.

    Eksperê rûs yê navdar yê li ser Rojhilata Navîn Semyon Bagdasarov pirsa me ya, Rûsya di wê aresteyê de çi dikare bike, wisa bersîvand:

    `Tiştê ku em dixwazin bikin ew e, ku Beşar Esad, amerîkî, tirk, îranî, siûdî û hemû hêzên din bînin bal hev. Wê demê DYA, Fransa, Erebistana Siûdî û welatên din bi awayeke otomotîkî wê rejîma Beşar Esad nas bikin. Ji ber ku di nav heman koalîsyonê de wê cih bigirin. Me ji bo hikûmeta Sûrîyeyê dest bi alîkarîyeke leşkerî ya gelek cidî kir. Ew yek ji bo bi awayeke serkeftî berdewamkirina şer gelek giring e. Em dikarin hemû cureyên alîkarîyê bidin wan ên ew dixwazin. Em dikarin ji wan re bikaranîna têkilîyên me yên bi PYD`ê re pêşnîyar bikin, ku bi kurdan re koalîsyoneke reel saz bikin. Em dikarin jimara şewirmend û perwerdakaran bidine zêdekirin ku ne tenê artêşa Sûrîyeyê, lê her weha kurdên Sûrîyeyê jî perwerde bikin. Ji ber ku li bal kurdan problema şerê kombîne heye. Kurd şerê partîzanîyê gelek baş dimeşînin. Tiştên wek êriş û kemînê de gelek serkeftî ne, lê gereke ji bo meşandina şerê kombîne bêne perwerdekirin. Niha alman jî heman perwerdehîyê didine kurdên Iraqê. Me jî berê tevgerên rizgarkerên neteweyî perwerde dikirin. Li bal me kursên taybet ên perwerdekirinê hebûn. Gereke em ji bo perwerdekirina fermandaran kursên nû vekin. Wê demê wê koalîsyoneke reel bête sazkirin. Eger bi alîkarîya me, koalîsyona bi yek fermandarî ya artêşa hikûmeta Sûrîyeyê û yekîneyên kurdên Sûrîyeyê bête sazkirin, ew dikarin DAÎŞ`ê têk bibin`.

    Rûsya hewl dide hemû hêzên ku dixwazin bi DAÎŞ`ê re şer bikin bike yek, ku ew nexweşî li Sûrîyeyê bête tunekirin û li cîhanê belav nebe. Îro ji bo Rûsyayê parastina yekpareyîya Sûrîyeyê gelek girning e. Koalîsyona hikûmeta Sûrîye û `Yekîneyên Parastina Gel`  bi alîkarîya navneteweyî dikare Sûrîyeyê rizgar bike.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Emîrekî çeteyan û 2 çete hatin kuştin
    YPG: Tirkiyê 6 şervanên me radestî El Nusrayê kirine
    YPG: Li Sirîn û Kizwanan bi dehan çete hatin kuştin
    YPG:Çeteyan li Hesekê û Sinirê derbeyên giran xwarin
    Fermadariya YPG`ê ya Kobanê ronîkirnê ji Tirkiyê dixwaze
    YPG: 80 çekdarên DAIŞê di encama rizgarkirina Sirînê de hatin kuştin
    YPG: 3 gund û riyeke stratejîk hatin rizgarkirin
    Rûsya ji bo şerê DAIŞê merc danîn
    Rûsya, li cihanê hêza duyem e
    Erdogan: 'Rûsya û Îran piştgirîye didin Beşar Esad'
    Rûsya: 'Em ji bo peymangirêdana bi Tirkiyê re amade ne'
    Rûsya: Ji bo tunekirina DAIŞê divê dest ji xistina Esed bê berdan
    Etîketan:
    Koalîsyon, YPG, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de