06:46 23 Mijdar 2017
Zindî
    Huner Emin yekemîn kes e ku li Rûsyayê teza xwe ya doktorayê

    Huner Emîn:`Pêwistiya Kurdistanê bi pisporên hiqûqa navneteweyî heye`

    © Sputnik/ Kulîlka Neço
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Kûlîlka Neço
    0 10321

    Huner Emîn yekemîn kes e ku li Rûsyayê teza xwe ya doktorayê li ser jenosîda kurdan dinivîse. Serpereştyirê wî yê zanistî jî akademîsyenekî kurd Samwel Koçoyî ye.

    Huner Emîn yekemîn kes e ku li Rûsyayê teza xwe ya doktorayê li ser jenosîda kurdan dinivîse. Serperiştyarê wî yê zanistî jî akademîsyenekî kurd Samwel Koçoyî ye.
    Di bernameya borî de Akademîsyenê kurd Samwel Koçoyî bûbû mêvanê me û di sohbeta xwe behsa jenosîda kurdan kiribû û dabû zanîn, ku cara yekemîn e li Rûsyayê jenosîdê kurdan di bin serpereştiya wî de dibe mijara teza doktorayê. Îcar va ye, ew lêkolînerê kurd – Huner Emîn ku mijara teza wî yê doktorayê (PhD) li ser jenosîda kurdan e, di bernameya `Dûrî ji welêt` de bû mêvanê Kulîlka Neço.

    Huner Emin
    © Sputnik/ Kulîlka Neço
    Huner Emin

    Huner Emîn Hesen ji başûrê Kurdistanê, ji bajarê Silêmaniyê ye û li Zanîngeha Moskowê ya Hiqûqê doktorayê dixwîne. Huner mastera xwe jî li Rûsyayê, li bajarê Tûlayê xwendiye.

    Piştî ku çend sal li Zanîngeha Silêmaniyê di Koleja Hiqûqê de mamostetî kiriye, Huner bîryar daye ku lêkolîneke zanistî ya li ser jenosîda kurdan bike.

    Huner Emîn li Silêmaniyê bi tesadufî di konferansekê de akademîsyenê ji Rûsyayê Samwel Koçoyî nas kiriye û bi handana wî û bi alkîkariya Wezareta Xwendina Bala ya Kurdistanê hatiye Moskowê.

    Ev sê sal in ku Emîn di bin serperiştiya Prof. Koçoyî de li ser teza xwe ya doktorayê dixebite.

    Huner zewicî ye, hevjîna wî jî mamosteyeke dibistana seretayî ye û ji Silêmanî ye. Du keçên wan ên delal jî hene û vê gavê li Moskowê bi hev re ne.

    Bi heman mijarî:

    Ji şeddadiyan ta bi `Kurdistana Sor` kurdên Azerbaycanê (beşa 2)
    Ji şeddadiyan ta bi `Kurdistana Sor` kurdên Azerbaycanê (beşa 1)
    Şahidê `Enfal` û Helebcê, rûxana Yekîtiya Sovyetê û dagirbûna Kurdustana Sor…
    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de