07:36 21 Tebax 2017
Zindî
    cizîr

    Em ê banga aştiyê bikin û ji bo mafê kurdan têbikoşin

    © Foto: Fecebook
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 4021

    Di van demên dawîn de li gel pêvçûnên di navbera hêzên dewletê û PKKê, li gelek bajarên Tirkiyayê êrişên li ser bûroyên partiyên siyasî û redaksiyonên çapemeniyê jî berdewam dikin.

    Li gorî daneyên HDPê, di maweya 2 rojên dawîn de li ser 400 bûroyên wan êriş hatine pêkanîn. Diyar e ku ew kampanyayeke bi koordîne ya li dijî HDPê ye. Tirkiya ber bi kaoseke mezin ve diçe û di nav wê tevlihevîyê de hedefên sereke saziyên demokratîk ên civakî ne. Ew bûyer berî hilbijartinên giştî diqewimin, dema her redaksiyon, her berendam û her partî pêwist e bi awayekî taybet ji aliyê dewletê ve bêne parastin. Gurkirina rewşê û bi wê yekê ve girêdayî îlankirina rewşa awarte û betalkirina hilbijartinan wê ji bo saziyên demokratîk ên Tirkiyayê bibe darbeyeke giran. Di rewşeke wisa de siyaseta HDPê wê çawa be?

    Rewşa siyasî ya li Tirkiyayê piştî bûyera li Pirsûsê ya roja 20ê Tîrmehê ji nişkê ve gur bû. Lê, nuxteya vegerê îlankirina deklerasyona hevbeş a nûnerên hukimetê û nûnerên HDPê ya li Dolmabaxçeyê ya roja 28ê Sibatê bû, ku di nav de şertên çekdanîna PKKê jî hatibûn destnîşankirin. Şertên di deklerasyonê de, hem ji bo hukimetê û hem jî ji bo kurdan şertên maqûl bûn. Serokê PKKê Abdullah Ocalan bi wî awayî bang li rêxistina xwe dikir ku dawî li şerê çekdarî bînin. Lê, di meha Adarê de Serokkomarê Tirkiyayê Erdogan deklerasyona hevbeş a hatî ragihandin red kir. Piştî wê yekê rewş ber bi aliyê neyênî ve çû.

    Îro ya giring ew e ku bête famkirin, ka li Tirkiyayê, bi taybetî jî li bajarên kurdan çi diqewimin, ku di wan demên dawîn de têne dorpêçkirin û îzolekirin. Çarenûsa Tirkiyayê bi helwesta kurdan a li wan herêman ve girêdayî ye. Taybetmendiya rewşa niha ya li Tirkiyayê ew e ku tevgera kurd êdî ji zû de ne protestoyeke spontane, lê tevgereke siyasî ya xwedî partî û lîderan e. Tevgera siyasî, ji bo kurdan bû hola bikaranîna navgînên aştiyane û dabînkirina mafên neteweyî.

    Kemal Aktaş parlamenterê HDPê yê berê (2011-2015), nêrînên xwe yên li ser bûyerên van demên dawîn vegot û bersiva pirsa li ser siyaseta HDPê ya di wan şertên nû de da. Kemal Aktaş yek ji çalakgerên greva meha Îlonê ya sala 2014an a li nûnertîya NY ya li Cenevê ye, ku hêj berî şerê Kobaniyê bi tevî parlamenterên HDPê Sebahat Tuncel, Selma Irmak û Feleknas Ucayê pêk anîbûn, cîhan bi rola kurdan a şerê li dijî DAIÎŞê de hesandibûn û ji cîhanê re bo kurdên Sûriyayê daxwaza alîkariya leşkerî û mirovî kiribûn. Îro li Tirkiyayê bi xwe rewş aloz e û cîhan jî bêdeng e. Cîhan wê kengê li hember bûyerên li Tirkîyeyê dengê xwe bilind bike?

    CHP
    © Foto: Navenda Giştiya CHPê

    `Destpêka krîza niha ne meha Tîrmehê ye. Serokkomar Erdogan texmîn dikir ku HDP di hilbijartinan de wê serkeftineke mezin bi dest bixe û ji ber wê jî hêj berî hilbijartinan dest bi kampanyaya provokasyonên li dijî HDPê kir. Bi taybetî jî ew provokasyon li Amed, Adana û Mersînê hatin pêkanîn. Heta wê demê pêvajoya çareseriyê bi awayekî normal dimeşiya. Hemû tiştên ku Abdullah Ocalan pêşniyar kiribûn, hatibû qebûlkirin. Di meha Sibatê de li Dolmabaxçeyê protokola ji 10 xalan pêkhatî hate îmzakirin. Li ser esasê wê protokolê divê guftûgoyan dest pê bikira. Ji ber zêdebûna hêza HDPê, Erdogan di dawîya meha Adarê de pêkanîna wê protokolê red kir û sîyaseta xwe ya li hemberî kurdan bi 180 pileyan vegerand. Piştî ku di hilbijartinan de HDPê 80 parlamenter derxistin, diyar bû ku AKP nikare bi serê xwe hikûmetê saz bike. Piştî wê provokasyonên gelek mezin hatin destpêkirin û li pêşiya kurdan hemû kanalên demokratîk hatin girtin.

    Bi tevî şerê resen ê ji aliyê hukimetê ve hatî destpêkirin jî, HDP wê bi israr banga xwe ya rawestandina şer dubare bike û banga vegera guftûgoyên aştiyê bike. Em ê xebatên xweseriya li bajarên kurdnişîn pêş ve bibin. Di wan şertan de çiqas zehmet be jî, em ê li ser dabînkirina mafên kurdan bi israr bin`.

    Bi heman mijarî:

    Nijadperestan avahiya HDP'ê şewitandin: 30 HDPî asê man
    Li gorî encama anketên dawîn AKP û HDP 8 bi 8 diçin
    HDP dê yekser banga aştiyê bike
    Di hilbijartina vê carê de gelo HDP dê % 17 bi dest bixîne?
    Kiliçdaroglu: Di pêvajoya çareseriyê de HDP dê bibe muxatabê me
    Şanda HDP-DBP’ê bi Serokkomarê Awûstûryayê re civya
    Rêvebirya HDP civînek ewarte derbarê bûyera li Pirsûsê lidarxist
    Çaglar Demîrel : `İhtimal tune ku HDP bi AKP re koalisyon çê bike`
    Remzî Kartal: Di 1ê Mijdarê de divê AKP were têkbirin
    Kantonên Rojava li dijî komkujiyên AKP'ê yên li Bakur bang li NY kirin
    Dr. Kameran Berwarî: Erdogan û AKP ji ber şikestina xwe ya sîyasî êrişî ser baregahên PKK ê dikin
    Etîketan:
    HDP, Pêvajo, Tirkîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de