15:09 18 Mijdar 2017
Zindî
    Eşwaq Caf

    Eşwaq Caf: `Hewlêr derfeta dawî dide Bexdayê`

    © Foto: Osman Bashqali
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 64 0 0

    Perlemantara kurd a li parlamentoya Îraqê dibêje, Bexda amade nîne tu pirsgirêkan çareser bike, lewma jî Hewlêr biryar wergirtye ku dawî derfet bi hikumeta Iraqê bide, eger na, wê bi serê xwe nefta herêmê bişîne bo bazarên cîhanê û bifiroşe.

    Hat ragihandin, ku hikumeta Herêma Kurdistanê di van rojan de wê du şanda bişîne Bexdayê ji bo çareserkirina du pirsgrêkên serekî: pirsa aborî û darayî û rêketina li ser budce û neftê hatye kirin; ya  duda jî pirsa hemahengî û hevkarya leşkerî û pêdana çekên baştir bi hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ye.

    Li ser vê mijarê peymanêrê Spûtnîk Kurdistan Osman Başqalî nêrîna perlemantara kurd a di Perlemana Iraqa Federal de dr. Eşwaq Caf  pirsî:

    Endama  karubarên peywendiyên dereve ya Perlamentoya Iraqê dr. Eşwaq Caf dibêje, hêj nav û pêkhateya şandên hikumeta herêmê bo Bexdayê bi başî ron nebuye. ka kî wê serdana Bexdayê bike, lê  dibe ku hin wezîr û berpirsên ku hawildarên her du pirsgrêkên darayî û leşkrî ne di wan şandan de cî bigirin”.

    Caf amaje dike ku ta niha hikumeta Iraqê pêgir nebuye bi rêkeftina pirojê budceya giştî û rêketina firotina nefta Herêma Kurdistanê û her tim hewl daye xwe ji wan rêketina vedize,  ji ber wê yekê jî Hewlêr biryar wergirtye ku dawî derfet bi hikumeta Iraqê bide, eger na, wê bi serê xwe nefta herêmê bişîne bo bazarên Cîhanê û bifiroşe.

    Eşwaq Caf balê dikşîne ser wê yekê ku hikumeta Iraqê li ser bingehê rêketineke giştî di bin çavdêrya Amerîka û NY de hatye avakirin û pêwîst e ew pêgîr bibe bi wan rêketinan:

    “Demeke dirêj e em pêgîriyê bi rêketina li gel Bexdayê dikin û li benda Bexdayê diminın. Lê Bexda amade nîne tu pirsa çareser biken, tenê armanca wê hêlana danûstana ye bi awayekî vekrî û kuştina demê ye. Ew yek jî di berjewendya Herêma Kurdistanê de nîne û herêm nikare êdî wê reftarê qebûl bike”.

    Perlemantara  kurd CAf dibêje Hewlêr bi hemû awayekî pêgîr bûye bi rêketina neftê û wezîrê petrola Iraqê jî dibêje ku Kurdistan rêjeya pêwîst ji nefê firotye, lê hikumeta Bexdayê her bi rêya şapemeniyê daxuyanya dide û behsa kirîzê dike. Caf tekz dike ku pêwîste   Bexda van mijaran li ser mêzê gutubêjan li gel nunerên herêmê bike, ji ber ku daxuyaniyên li çapemeniyê tu pirsgrêkan çareser nakin.

    Bi heman mijarî:

    Kîza di navbera Hewlêr û Bexdayê de kûrtir dibe
    Bexda û Hewlêr nêzî hev diibin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de