11:18 22 Sibat 2017
Zindî
    Perestgeha Êzdîyan li Tîflîsê

    Li Gurcistanê Perestgeha Êzdîyan hat vekirin

    © Foto: Agit Mirzoyev
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko, Karîna Samandova
    0 70841

    16 hezîranê li Gurcistanê, li taxa Varkatelî ya bajarê Tîflîsê rêûresma pîrozbahiyê ya vekirina Perestgeha Êzdîyan bi rêve çû.

    Avakirina Perestgeha Êzdiyan li Tîflîsê di dîroka ruhanî ya êzdiyên Gurcistanê de bûyereke pir giring e. 

    Wekî tê zanîn êzdî îbadeta xwe ya rojane li malên xwe, an jî li malên şêx û pîran pêk tînin.  Ji xwe dinş êzdîtî, ji tekstên dînî û qanûnan zêdetir, şêwazeke jiyanê ye. Ji ber ku di serdema sovyetê de jiyana dînî ya kolektîv qedexe bû, îbadeta êzdiyan jî tenê di çarçoye malê da mabû. Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê civata êzdî, ku hejmara an weqas jî zêde nîne,  di maweya bêhtirî 20 salan de encex hêza xwe komî ser hev kir.  Niha civata êzdîyan pêşve diçe û di nava wê de karsaz, hiqûqzan, şêwekar û hunermend û gelek welatiyên serkeftî hene. Ji xwe avakirina perestgehê, ku di nava êzdîyan de kevneşopî nîne, bi destpêşxweriya wan ketibû rojeva lîderên  menewî. 

    Perestgeha Êzdîyan li Tîflîsê, ne bi hewildana saziyeke dînî hatiye avakirin, ji xwe di êzdatiyê de rêxistineke weha burokratîk tune. Tenê kasta şêx û pîran hene û hejmara wan jî ne zêde ye.  Perestgeheke dûrî ji Lalişa pîroz bi destpêşxeriya civatê hatiye avakirin.  Bi taybetî rewşenbîrên navdar ên mîna Keremê Anqosî, Pîr Dîma, Egît Mîrzoyev û Lîlî Seferova karî ku bala êzdiyên herêmê bikşînin ser metirsiya windabûna nasnameya êzdatiyê. Ji ber ku di wan salên dawî de gelek ciwan ji êzdatiyê dûr diketin.  

    Ji bo avakirina perestgehê, li gorî pêwîstiya qanûnên  Gurcistanê `Civata Ruhanî` hat damezrandin. Vê gavê Şêx Nadirê Qedir Şemsanî serokatiya wê civatê dike. Civata Bilind a Lalişê jî damezrîna `Civata Ruhanî` ya Gurcistanê pejirand. Şendeyeke mezin a ji Lalişê di sala 2012-ê de beşdarî di rêûresma danîna hîmê Perestgeha Êzdîyan bû. Hingê ji ber nexweşiya Mîr Tehsîn Beg, kurê wî serpereştiya şandê kiribû.  Projeya avakirina perestgehê jî bi sponsoriya Sûlîko Sîmayêv û çend sponsorên din hat pêkanîn. 

    Ew hem perestgeh e, hem jî navenda çandê ye û tê de ne tenê ayînên dînî, lê her weha xebatên çand û perwerdehî jî bê meşandin.  Ji xwe bi wê armancê jî li dîwarên perestgehê qewil û duayên bingehîn hatine deliqandin. Ji ber ku di maweya dehan salên desthilatdariya dewletekî ateîst de gelek nirxên olî di nava civakê de winda bûne.  

    Yek ji zanayên dînê êzdatiyê Pîr Dîma li ser giringiya avakirina perestgehê weha diaxive: 

    “Vekirina vê perestehê  ji bo gelê me, ji bo êzdiyan pir giring e, ji ber ku gelek êzdî ketine bin bandora dînên din.  Niha divê hemû êzdî  li dor vê perestgehê kom bibin, di nava vê ziyareta pîroz de xwe hînî çand û adetên me bikin.  Em ji vê bûyerê pir kêfxweş û serbilind in.  Li Gurcistanê, dûrî ji welatê me yê dîrokî perestgeha me hat vekirin û êzdî dikarin li dor vê ziyareta pîroz kom bibimn. Ewê nasnemaya êzdatiyê xurtir bike. Êzdiyên Gurcistanê êdî zanin ku cihekî wan jî heye û ew êdî bê xweyî nînin û her tim dikarin li wê ciyê pîroz kom bibin”.

    Egît Mîrzoyev, serokê `Mala Êzdiyan`, ku beşekî heman peresgehê ye, giringiya vê bûyerê û hestên xwe weha tîne ziman:

    “Wexta Yekîtiya Sovyetê ne tenê êzdî, gelên din jî ne dikarî perestgehê xwe ava bikin. Lê îro em di civakekî demokratîk de dijîn.  Em dikarin li gor baweriya xwe bijîn û dînê xwe biparêzin.  Dînê me çandê me ye. Çandê me jî, bê dînê me, bê baweriya me, tune.   Dema em dibêjin `Êzdîxane`, tê de ham çand heye, hem ziman heye… ew jî hemû bi hev re dîn û baweriya me ne.  Îro em ji ber vebûna Perestgeha me ya pîroz pir şa ne. Îro cejnekî mezin e, ji bo gelê me rojekî pir mezin e.  Ev mal, ev ziyaret, wê ne tenê mala êzdiyên Gurcistanê be, ewê bibe mala tevaya êzdiyên dinyayê.  Armanca vê perestgehê parastina dînê me, baweriya me ye, zimanê me ye. Piraniya zarên me zimanê xwe nizanin, an jî, jibîr dikin. Ez hêvî dikim ku  ev perestgeh wê ji bo parastina wan nirxan, ku min gotin, wê rolekî mzin bilîze. Ya serke jî ewê yekîtiya me çêbike, divê em hemû bibin yek”. 


    Etîketan:
    Gurcitan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de