02:28 30 Nîsan 2017
Zindî
    Racî Bîlîcî

    Racî Bîlîcî: ‘Eger pêvajiya aştiyê nameşe dîsa şer destpê bike`

    © Foto: Gulnush Ergul
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Amedê Racî Bîlîcî dibêje, `eger pêvajoya aşitiyê xera bibe, wê disa çek bêne bikaranîn şer dest pê bike. Li Tirkiyeyê êdî kes şer naxwaze. Her kes dixwaze bi rêya demokrasiyê pirsgirêk bên çareser kirin`.

    Peyamnêra Spûtnîk Kurdistan Gulnuş Ergul li ser bûyerên li Amedê û li ser rewşa pêvajoya aştiyê nêrîna Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Amedê Racî Bîlîcî pirsî:

    Racî Bîlîcî balê kişand ser êrişên li ser HDPê û got ku  HDP xwast ku yên ji derveyî sistimê mane di nav xwe de bihewîne û wan bike xweyî deng. Bîlîcî anî ziman ku bêriya hilbijartina û piştî hilbijartina li ser HDPê zext û zorî gelek çêbûn. Li Amedê bomba hat teqandin, hin kesan xwastin ku pêvajoya hilbijartina xira bikin, lê bi ser neketin.  

    Bîlîcî da xuya kirin ku li Amedê hê jî germayiya bûyeran berdewam dike. Her kes li şuna xwe sekiniye. Me bi waliyê Amadê re hevditin pêk anî û me xwast ku ewlehî bê kirin. Me xwast ku dewlet zû lekolîn bike, gelo van çalekiyan kî kir,eşkere bike. 

    Bîlîcî dibêje pêwîst e  HDP li gor soza daye civakê siyaseta xwe bidomîne û ji bo ku pêvajoya aşitiyê bidome, li gor wê xebatên xwe bimeşîne. Xuyaye makezagonek nû were çê kirin ku her kes xwe têda bibîne. Nasnama xwe çand û kultura xwe bibîne, ji ber vê  jî ev proje HDP ê ji bo mafên gelan baş be.

    Bîlîcî amaje dike ku divê di her mercê de pêşvajoya aştiyê berdewam be: “Niha pêvajoya aşitiyê di merheleyek nexweş de ye, sekiniye. Lê nayê wê wateyê ku xira bibe. Çimkî eger pêvajoya aşitiyê were xirakirin, disa wê çek bêne bikaranîn. Şer dest pê bike. Li Tirkiyeyê êdî kes şer naxwaze. Her kes dixwaze bi rêya demokrasiyê pirsgirêk bên çareser kirin. Xwestekên kurdan ne xwestekên ku bi cîh neyên.  Xwestekên xwazayî ne.Tamamê dinyayê van xwestekan qabûl dike”. 

    Bi heman mijarî:

    Çaglar Demîrel : `İhtimal tune ku HDP bi AKP re koalisyon çê bike`
    Eksper: `Koalîsyona HDP û AKP real e`
    Karasû: HDP karekî xelet dike
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de