15:21 23 Adar 2017
Zindî
    Şervanên YPG

    Şer li kolanên Girê Spî meşandin

    © Foto: Sultan Tamo
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 4310

    Dezgehên çapemeniyê yên ji Rojavayê Kurdistanê radigihînin, ku şervanên YPG’ê şevê din ji aliyê rojhilat û başûr ve ketin nava bajarokê Girê Spî, ku mewziya dawî ya DAÎŞ`ê bû di navbeyna kantonên Komanê û Cîzîrê de.

    Peymanêrê `Spûtnîk Kurdistan` Kamîz Şeddadî bi telefonê li gel rojnamevanê serbixwe yê ji Rojavayê Kurdistanê  Barzan Îso peywendî danî û jê xwest ku rewşa dawî ya eniyê şer ji guhdaran re şîrove bike. 

    Barzan Îso pişrast dike ku, şervanên YPG’ê ji aliyê rojhilat û başûr ve ketine nava bajarokê Girê Spî, her weha xwe nêzî deriyê sînorê Akçakale jî kirine. 

    Berzan Îso, ku vê gavê nêzî eniyê şer e, dibêje, riya Girê Spî û Reqqa jî, ji aliya hêzên Kobanê ve hatiye birîn.

    Îsa tekez dike ku bi îhtîmalê mezin, di kêliyên pêşiya me de wê hêzên Kobanê û Cîzirê bigihên hev û di yek eniyê de êrîşî Girê Spî bikin.

    Li gorî nêrîna Barzan Îso, DAÎŞ nikare di nava bajêr de berevaniyeke xurt bike. Îso dibêje, di şerên Til Temir û çiyayê Kezwanê de DAÎŞ xwest di rewşekî dorpêçkirî de berevanî bike, lê têk çû û ji sedî zêdetir çekdarên xwe yên elît winda kir. 

    Barzan Îso îdîa dike ku rizgarkirina Girê Spî ji DAÎŞ`ê pir nêz e. 

    Bi heman mijarî:

    Girê Spî- DAIŞ xwe ji revê re amade dike
    Heta Girê Spî neyê girtin Kobanê nefesek rihet nakişîne
    Barzan Îso: `DAIŞ li Girê Spî gel dike mertalê zindî`
    DAIŞ bi zorê kurdan ji Girê Spî der dixe
    Girê Spî: Di 24 saetan de 2 hezar penaber
    Hêzên YPG’ê gihiştin Girê Spî
    Şervanên YPGê derbasî nav bajarê Girê Spî bûn
    Riya Reqa û Girê Spî bi temamî ket bin serweriya YPG
    YPG: Rêya Girê Spî-Reqa hate girtin, 18 gund hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de