15:03 18 Mijdar 2017
Zindî
    Hejarê Şamil, Kulîlka Neço û Kamîz Şeddadî

    Ji şeddadiyan ta bi `Kurdistana Sor` kurdên Azerbaycanê (beşa 1)

    © Sputnik/ Galina Lukashova
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Kûlîlka Neço
    255581

    Nivîskar, lêkolîner û rojnamevan Hejarê Şamil bû mêvanê bernameya `Dûrî ji Welêt`. Hejarê Şamil dîroka kurdên Azerbaycanê û sovyeta kevin bi giştî, ji riwangeke cudatir şîrove kir.

    Hejarê Şamil dîroka kurdên Sovyeta berê lêkolîn dike, pirtûka wî  ya bi navê ‘Kurdên Diyaspora’ bi tirkî û bi rûsî deriketine. Hêjayê bi gotinê ye ku dîrok û jiyana nûjen a kurdên Sovyetê ji bilî lêkolînên Hejarê Şamil, bi berfirehî ne hatiye nivîsandin. 

    Di vê beşê de Hejarê Şamil, ku bi xwe li navçeya Kelbecer a  Azerbaycanê hatiye dinyayê, behsa dîroka kurdên wî welatî dike.

    Gelo kurdên Kafkasyayê, ku di dîroka wê herêmê de dewletên Şeddadiyan û Rewadiyan damezirine, li pey xwe çi hiştîne?Gelo peywendiya Kurdistan û Kafkasyayê çi ne, kurd çawa li wê herêmê peyda bûne? 

    Kîjan kesayetên nadar derketine ji kurdên wê herêmê?

    Di vê beşê de hûn dikarin bersiva van pirsan û gelek pirsên din ji şîroveya Hejarê Şamîl bibihîzin. 


    Bi heman mijarî:

    Adilê Cemal: `Trajediya `Kurdistana Sor` heta îro jî berdewam e`
    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de