10:02 23 Sibat 2017
Zindî
    Abdûlkerîm Sarûxan

    Sarûxan: `Serkeftine YPG ji ber piştgêrîya gelên herêmê ye`

    © Foto: Rewshen Khalil
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Li ser daxûyaniya Koalisyona Niştimanî ya Surî ku tê de YPG bi `koçberkirina Erebên Haseke’ tewanbar dike, Sarûxan dibêje `Sedema vê yekê xwenegirtina li hember serkeftinên YPG, li hember destkeftên Rojava û xeta rast a Rojavayê Kurdistanê ye`.

    Cih û rewşa çeperên şer li Rojavayê Kurdistanê bi lezgînî têne guhartin. Di nava meha dawê de YPG gelek cih û war  rizgar kirin û bi dehan kîlomêtre pêş de çû. 

    6’ê Gulanê YPG hemleya `Şehîd Rûbar` da destpêkirin û di çarçoveya wê hemlê de zêdetirî 250 gund û belde hatin rizgar kirin. Lê belê Opozîsyona Sûrî di daxuyaniyekî de YPG bi paqijiya etnîkî tawanbar kir.

    Peymanêra Spûtnîk Kurdistan Rewşen Xelîl li ser vê mijarê li gel serokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Abdûlkerîm Sarûxan hevpeyvîn pêk anî:

    Abdûlkerîm Sarûxan dibêje hemleye ‘Şehîd Rûbar’ li ser banga xelkên herêmê hatê destpê kirin û hê jî berdewame: “Çeteyên DAÎŞ dixwazin demografîya herêmê biguherînin, lê di encamê şerên dijwar, YPG karîbû herêma ku dikevê navbera çîyayê Kizwan û Til Temir û bajarê Hasekê de bi giştî rizgar bike”. 

    Serokê Desteya Parastinê dibêje, serkeftina operasyona YPG bi tevlîbûna xelkên herêmê ji Kurd, Ereb û Asûrî ve girêdayî ye û hêjayê bi gotinê ye ku hêzên Ereb û Asûrî jî tevli vê operasyonê bûne. 

    Li ser daxûyaniya Koalisyona Niştimanî Surî ku tê de her car YPG bi `koçberkirina Erebên Haseke’ tewanbar dike, Sarûxan weha diaxive: “Sedema vê yekê xwenegirtina hêzên Koalisyona Sûrî li hember serkeftinên YPG û YPJ ne. Xwenegirtine Koalisyonê li hember destkeftên Rojava û xeta rast a Rojavayê Kurdistanê  ye, ku ew jî xeta netewa dêmokrat e”. 

    Abdûlkerîm Sarûxan tekez dike ku beşek mezin ji şênîyên gundên hatin rêzgarkirin hîne di gundên xwe de disekinin û wiha berdewam dike: “Em çûn wan gundan. Şênîyên wan gundan em bi kêfxweşî pêşwaz kirin. Şênîyên ji ber şer jı gund derketibûn, ew jî êdî vedigerin malên xwe”. 

    Bi heman mijarî:

    YPG: Li Kobanê û Cizîrê 13 gund û gundik hatin rizgarkirin
    Li pişt mîyaserîya YPG`ê ya li Rojavayê Kurdistanê serkeftina îdeolojîya nû disekine
    Şevranên YPG’ê 6 gund û 20 gundik dorpêç kirin
    YPG: 11 gundên Mebrûka jî hatin rizgarkirin
    YPG: Cebhet El-Nusra gefan li kurdan dixwe
    YPG rêya alîkariyên DAIŞê dibire
    YPG: 7 gund hatin rizgarkirin
    YPG: Li Cizîr û Kobanê 80 çete hatine kuştin
    YPG 4 emîrên DAIŞê kuştin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de