06:52 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Şîlan Emîn - berpirsê şaxê DBP li Hewlêrê

    Şîlan Emîn: ` Li Başûrê Kurdistanê bêhtir ji sed hezar welatyên Tirkyê wê ji dengdanê bêpar bimînin`

    © Sputnik/ Osman Bashqali
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 4210

    Şîlan Emîn — berprsa şaxê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Başûrê Kurdistanê dibêje, konsûlxaneya Tirkiyeyê li Hewlêrê sinduqên dengdanê dananîye û lew,a jî bêhtir ji sed hezar welatiyên Tirkiyeyê, ku piraniya wan kurd in, nikarin dengê xwe di hilbijartinê perlamentiya Tirkiyê de bikar bînin.

    Proseya dengdanê ji bo hilbijartinên parlamentoya Tirkiyeyê, ku  ji bo 7 hezîranê  hatiye destnîşankirin, li derveyî  sînorên Tirkiyeyê didome. Lê belê hemû welatiyên Tirkiyeyê, yên ku li derveyî welêt in, nikarin sûd ji mafê dengdanê werbigrin, ji ber ku sindoqên dengdanê ne li hemû welatan hatine danîn. Yek ji wan welatan jî Başûrê Kurdistan e. 

    Ji bo agahiyên zêdetir li ser proseya dengdanê li Başûrê Kurdistanê, peymanêrê Spûtnîk Kurdistan Osman Başqalî li gel berprsa şaxê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  li Hewlêrê  Şîlan Emîn hevpeyvîn pêk anî:

    Şîlan Emîn dibêje, ji bo danîna sondoqa dengdanê me serî li konsûlê Tirkiyeyê li Hewlêrê kir, lê dîsa jî daxwaziya me ne hat pêkanîn: “Me hîvî hebûn ji hikumeta Herêma Kurdistanê fişar kirba ji bo ku li Hewlêrê jî sinduqên dengdanê bihata danîn. Me serdana konsûlê Tirkyê li Hewlêr kir, lê ew got, ji ber şer em sindoqa li vir dananîn. Pêwîst e partî û alyên siyasî û hikumeta Kurdistanê bêtir alîkar bin ji bo ku nêzî 110 hezar welatyên Tirkyê, ku piranya wan kurd in, li Herêma Kurdistanê bê beş nebin ji mafê dengdanê. Serketina kurdan li bakûr, serketna tev kurda ye, ji ber ku bakûr mezintrîn beşa Kurdustanê ye”.

    Bi heman mijarî:

    Feleknas Uca:’HDP ji tifaqek ji hemû Kurdîstaniya ava bûye’
    Li Stembolê alên HDP'ê hatin şewitandin
    HDP: Wê nikaribin me rawestînin
    Navenda Giştî ya HDP’ê rastî êrîşa çekdarî hat
    Demîrtaş: Mîsyona HDP'ê baş bê vegotin, pirsgirêka bendê namîne
    Karlsson: Eger HDP bendê derbas bike Erdogan nikare pergala dixwaze ava bike
    Înanir: Divê her kes li dora HDP’ê bibe yek û xwedî li dengên xwe derkevin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de