06:55 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî û şah Ebdûlla

    `Serdana Barzanî li Urdinê nîşana girîngya rola Kurdistanê ye li navçeyê`

    © Foto: BasNews
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 3410

    Sîyasetzanê kurd Ebdulrezaq Elî dibêje, serdana Barzanî li Urdinê bi abûrî re sînordar nabe û şah Ebdulla li ser metrisiya DAÎŞ`ê hin mjarên siyasî û ewlehî jî li gel Barzanî wê gotûbêj bike”.

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi daxwaznameke fermî serdana Urdinê kir ji bo ku beşdarî `Korbenda Aborî ya Derya Mirî` li wî welatî bike.

    Barzanî li Umana paytexta Urdinê û li gel şah Ebdullahê Dûyemîn civya. Çapemeniya herêmî giringiyeke mezin da serdana Barzanî di vê qunaxê de.

    Ebdulrezaq Elî ku şirovekarekî ji Hewlêrê ye, serdana serokê Herêma Kurdistanê li Ûrdunê ji Siputnîk Kurdistan re  nirxand.

    Osman Başqalî ji Hewlêrê radigihîne:

    Ebdulrezaq Elî   balê dikşîne ser peywendiyên dîrokî yên di navbera kurd û Urdinê de, bi taybetî peywendiya navbera Barzanî û şah Ebdullah û bi bîr tîne ku Urdin yek ji wan welatên pêşîn e ku balyozxaneya xwe li Hewlêrê û hêla hewayî ya di navbera Amman û Hewlêrî de vekiriye.

     

    Eksperê kurd her weha dibêje, Barzanî ev cara duyemîne li Urdinê beşdarî wê Korbenda Aborî dike, ew jî nîşana xurtiya peywendiyên di navbera herdû alyan de ye.

    Ebdulrezaq Elî    tekez dike ku ev serdan ne tenê bo karubarên abûrî be: “Niha DAÎŞ li parêzgeha Enbarê ya Iraqê nêzî sînorên Urdinê bûye, metirsya xwe kirye ser ewlehya Urdinê. Rêveberiya wî welatî rola pêşmerge di şerê li hember DAÎŞ ê de baş dizane û lewma jî şah Ebdulla wê hin mjarên siyasî û ewlehî jî li gel Barzanî gotûbêj bike”.

    Sebaret helwêsta Urdinê li hember hewlên serok Barzanî bo ragihandina dewleta serbexwe jî, Ebdulrezaq Elî weha axivî: “Ez weha bawerim ku Urdin wê piştgîrya hewlên Barzanî bike, Barzanî û şah Ebdullah peywendyek kevnar heye û şah Ebdulla dizane Barzanî çi dixwaze, ji bo wê yekê, ez bawerim ku Urdin hevkar be û piştgîrya hewlên dewletbûna kurdistanê bide”.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî li Urdinê gotarekê pêşkêş dike
    Barzanî serdana Urdinê dike
    Barzanî: Hûn pişta min bigirin ezê hema îro serxwebûnê ragihînim
    Civîna Barzanî bi partiyên siyasî re dest pê kir
    Etîketan:
    Rojhilata Navîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de