05:34 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Feleknas Uca

    Feleknas Uca:’HDP ji tifaqek ji hemû Kurdîstaniya ava bûye’

    © Foto: Gulnush Ergul
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 87 0 0

    Namzeta HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca amaje dike ku ew, hilbijartinên 7-ê hezîranê yên parlamentoya Tirkiyeyê wek referandumek dibînin û eger HDP ji benê derbas bibe wê aşitî çê bibe, lê eger HDP ji bendê derbas nebe, wê li Tirkiyê kaosek mezin çê bibe. Li gor nêrîna Uca, Sebebê vê kaosê jî AKP û Serokkomarê Tirkiyê be.

    Peyamnêra Spûtnîk Kurdistan Gulnûş Ergul, ku kampanya hilbijartinê  li Amedê teqîb dike, ji namzeda HDP, parlamentera berê ya Parlamentoya Ewrûpayê Feleknas Uca  xwest ku rewşa kampanyayê ji Spûtnîk`ê re şîrove bike:

    Uca got: “Li Tirkiyê zîhnîyeta yek millet, yek  al, yek ziman tenê derketibû pêş. Bîr û baweriyê li ser vê axê dijîn di hela ziman û di hêla bîr û baweriya xwe da têne perçiqandin. HDP di vê hilbijatinê de lîsta xwe cûda ava kiriye. 248 jin wek namzet nîşan daye. Namzetên HDP ê ji ermeniyan, ji suryaniyan, ji laza, ji ereban, ji kurdan, ji tirkan û  ji kesên LGBT pêk tê.  HDP ji tifaqeqek ji hemû Kurdîstanî avabûye”.

     

    Uca anî ziman ku vê hilbijartinê wek referandumek dibînin û eger HDP ji benê derbas bibe wê aşitî çê bibe, lê eger HDP ji benê derbas nebe, wê li Tirkiyê kaosek mezin çê bibe. Sebebê vê kaosê jî AKP û Serokkomarê Tirkiyê ye. Serokkomarê Tirkiyê hemû tişt ji xwe re kiriye alet û bi kar tîne.

    Uca qala ezîdiyên ku ji ber êrişê DAİŞ ê koçber bûne kir û got “Dema 3’e Tebaxê komkujiya Şengalê çêbû em li ser sînor bûn. Gelê ku ji Şengalê reviya hat bakûr, me wan di çiyan de pêşwazî kir. Bi xebatek pir mezin em li wan xwedî derketin. Destpêkê da 31 hezar mirov hatin, niha demê dawîn de hinek rewşa Şengelê hate guhartin û gelek kes vegeriyan Zaxo, Dihokê û Şengalê. Niha  17 hezar ezîdî li Bakûrê Kurdîstanê mane. Gellek ezîdî  dibêjin êdî em nikarin vegerin Şengalê. Ji ber ku li ber çavên wan qatliamek hat kirin. Di hêla psikolojik de pirsgirêkên mezin dijîn. Niha li vê derê jî  dewlet kampa  Şengaliya wek kampa peneberan qabûl nekiriye û di wî warî de jî  gelê ezîdî gelek pirsgirêk dijîn. Lê   em wek partî li wan xwedî derdikevin. Dewlet çawa li Şengalê ezîdiyan qut kirin, li Bakurê Kurdistanê jî wan bê maf dihêle. Eraban anîn li vê derê hemû statuya penabertiyê dane wan lê statuya penabertiyê ji bo Şengaliya nade”.

    Di dawiya axaftina xwe da Uca got ku  ji bo keçên di destê DAİŞ’ê xilas bikin li Amedê li ser navê Kongreya Jinên Azad  platformak ava bûye. Ji bo ku em hemu jinên destê DAİŞ’ê rizgar bikin, me ev platform ava kir. Em ji bo xebatan çûn  Başûr, me hevdîtin bi parlamentera re çêkir. Em dixwazin tespit bikin, gelo çiqas jin di destê DAİŞ ê de hene û em dikarin wana çewa xilas bikin.Li ser vê xebatên me didomin.

    Bi heman mijarî:

    Faysal Dagli: ‘Proseya çareseriyê wê piştî hilbijartinan berdewam bike’
    Fehîm Işık: ‘AKP dixwaze tevgera kurd bikşîne nava şer`
    Fîkrî Işik: ‘Piştî 7’ê hazîranê pêvajo di parlementoyê da bidome`
    Sebrî Ozdemîr: `Hilbijartin çiqas nêz dibe, qirêjiya AKP bêhtir derdikeve holê`
    Akademisyen Şeyhanlioglû: `Sîstema serokatiyê li Tirkiyeyê di berjewendiya gelê kurd de ye`
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de