09:35 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Gulbahar Ormek

    Gulbahar Ormek: `Karkarên demsalî êdî dikarin ser axa xwe kar bikin

    © Foto: Gulnush Ergul
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 67 0 0

    Komeleya Hilberandin û Îstîhdama Alternatîf li Amedê ji bo karkerên demsalî, yên ku dev ji welatê xwe berdidin û ji bo kar diçin rojavayê Tirkiyeyê, projeyên îstîhdamê amade dike. Bi wan projeyan karkerên demsalî wê bikarin li ser axa xwe debara xwe bikin.

    Peymanêra Spûtnîk Kurdistan Gulnûş Ergul armanc û kitekitên projeya îstîhdamê ji bo karkerên demsalî ji seroka Komeleya Hilberandin û Îstîhdama Alternatîf Galbahar Ormek pirsî:

    Seroka Komeleya Hilbarandin û Îstîhdama Alternatîf Galbahar Ormek diyar kir ku sê sal beriya niha dest bi projeyê kirine û ev proje ji bo Kurdistaniyên ku betal bê kar digerin hatiye amadekirin. Ormek, ani ziman ku her tim kesên betal dibêjin “Em dixwazin bixebitin, lê kar tuneye”, wan ji bo vê yekê ev proje amade kiriye. 

    Ormek da zanîn ku wan, ji bo cotkarên xwediyê erd ku fêkî diçînin, bazarê eyar dikin û di berdêlê de ji cotkaran dixwazin ku malbatên karkerên demsalî di zeviyên xwe de bidin xebitandin: “Yanî em bi têkiliyên xwe berhemên wan rasterast didin firotanê. Bazara me teqez e. Berhem di destê cotkaran de namîne. Li berambêrê vê jî, em ji cotkaran dixwazin ku malbatên karkerên demsalî di zeviyên xwe de bidin xebitandin. Ew karkeran didin xebitandin em jî, ji wan re bazar peyda dikin”.

    Karkerên demsalî
    © Foto: Gulnush Ergul
    Karkerên demsalî
      

    Ormek ragihand ku ji xeynî Amedê xebatên wan li Batmanê jî hene: “Niha bi saya vê projeyê malbatşn ji 14 gundan  êdî naçin derveyî welat. Berê ji her malbatek heri kşm 4 kes diçûn findiqan. Ji ber ku ji welatê xwe, ji cî û warê xwe dûr diketin, masrafê wan jî zêde dibû, dîsa heqê keda xwe nedistendin û vedigeriyan”.

    Gulbaha Ornek bal kişand ser wê yekê  ku xebata wan li gorî Kurdistanê pir biçûk e, lewma jî  divê hin saziyên din jî, ji wan re bibin alîkar ku projeya wan li tevahiya Kurdistanê belav bibe û êdî kurdistanî neçin rojavayê Tirkiyê li wê derê di şartên zor û zehmet de nexebitin. 

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de