11:30 23 Çile 2017
Zindî
    Raid Azad

    Raîd Azad: `Em hewil didin mafê kurdan li wan bidin fêrkirin`

    © Sputnik/ Kamiz Sheddadi
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Kûlîlka Neço
    0 26995

    Parêzvanê mafê mirovan Radî Azad dibêje, heta ku gelê kurd mafên xwe yên qanûnî nizane, ew nikare daxwaza mafê xwe bike, an jî sûd ji wan mafan werbigre.

    Kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê, çalakvanê civakî, serokê rêxistina mafê mirovan “Azadî”  — rêzdar Raîd Azad di bernameya Dûrî ji Welêt de bû mêvanê Kûlîka Neço.

    Gelo rêxistineke li Rûsyayê be, ka çawa dikare mafê kurdan li Rojhilata Navn biparêze?  

    Gelo “Azadî” dikare mafê kurdên diyasporayê jî biparêze?

    Kulîka Neço di sohbeta xwe de li gel Raîd Azad hewil da ku bersiva van pirsan û gelek pirsên din ron bike:

    Raîd Azad  di destpêka salên 90-î yên sedsala borî de ji Rojavayê Kurdistanê, ji Dirbêsiyê tê Rûsyayê. Wî xwendina xwe ya bilind li bajarê Oryolê distîne û di warê rêvebirinê de dibe pispor.

    Azad dixwaze têkoşîna xwe ya ji bo mafê gelê xwe li Rûsyayê jî bidomîne. Bi çend hevalên xwe û bi şîreta akademîsyenê kurd Şakiroyê Xûdo rêxistina mafê mirovan saz dike û hewol dide ku di qqada navneteweyî de mafê gelê kurd biparêze.

    Piştî ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê destpê dibe, çer derbasî Rojhilata Kurdistanê dibe, pêwîstî bi parastina mafê mexdûrên şer hîn zêdetir derdikeve pêş.


    Etîketan:
    Kurdistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de