11:01 18 Çile 2017
Zindî
    Yekemîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê

    Yekemîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê heftiyek bidome

    © Sputnik/ Gulnusha Ergul
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 2511

    Yekemîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ji hêla şaraderiya Bajarê Mezin a Amedê, saziyen sivil û weşanxaneyê Amedê ve, îsal di navbera rojên 12 - 17ê Gulanê de, bi diruşma “ Li warê şaristaniyan bi ber ronahiya pirtûkan” wê bê lidarxistin. Ji ber ku 15`ê gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye, cejn û pêşengeh wê hefteyek bi hev re bidomin.

    Jêhat Rojhilat — endamê Komisyona Yekemîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê li ser  naveroka fuarê  ji Spûtnîk Kurdistanê re axivî.

    Peymanêra Spûtnîk Kurdistan Gulnûş Ergul ji Amedê radgihîne: 

    Jêhat Rojhilat dibêje di fuarê de reze çalekî, panel, rojên imzeya û penalên cûr be cûr bi zimanê kurdî bên li dar xistin: “Ji çar perçe ji Kurdistanê gelek niviskar beşdarî vê fuarê bibin. Ji ber ku 15 ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîroz kirin ji ber wê di nava çalekiyan çalekiyên cûr be cûr li ser zimanê kurdî  hebin. Li ser zarokan bernamê me hebin wek festivala zaroka di nava vê fuarê de ciyê xwe bigre. Piştî fuar xilasbû di dema fuarê de konser bêne li dar xistin. Ev tenê ne fuar be wek mîhrîcanek be. Ji ber wê em hevî dikin ku gelek kes tevlî bibin, banga me li hemû welatiyên me ye ku tevlî vê fuarê bibin”.

    Rojhılat amaje dıke ku Amed bajarekî siyasî û wek paytexta Kurdistanê tê nasîn, lê ew  ji hêla çandî jî bajêrek pir giring e. 


    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de