20:13 29 Gulan 2017
Zindî
    Huseyîn Şehyanlioglû

    Akademisyen Şeyhanlioglû: `Sîstema serokatiyê li Tirkiyeyê di berjewendiya gelê kurd de ye`

    © Sputnik/ Gulnush Ergul
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 6011

    Akademisyen Hüseyin Şeyhanlioglû dibêje eger HDP ji bendavê derbas nebe û AKP nêzî 400 wekilan derxe û derbasî sistema serokatiye bibe, wê dîroka Tirkîyê biguhere û ev guhertin jî wê di berjewendiya kurdan de be.

    Roja hilbijartinên parlamentoya Tirkiyeyê çiqas nêz dibe, daxuyaniyên tund ên di navbera desthilat û aliya kurd de hîn zêdetir têne kirin.  Heta hin derdor behsa bidawîbûna proseya aştiyê dikin. 

    Peymanêra Spûtnîk Kurdistan Gulnûş Ergul  li ser xalên giring ên gengeşiyên kampanya hilbijartinê  nêrîna  mamosteyê Zanîngeha Dîcle ya Amedê  doçent doktor Huseyin Şeyhanlioglû   pirsî:

    Akademisyen Huseyin Şeyhanlioglû tekez dike ku pêvajoya aşitiyê xilas nebûye, tenê ji bo demekî sekiriniye û  ev sekinandin nayê wê watê ku pêvajoya çareseriyê xira bûye. 

    Huseyin  Şeyhanlioglû amaje dike ku tiştê ku vê gavê ji aliya serokkomar û serokwezîr li ser pêvajoya çareseriyê tê gotin, ne muhum in: “Pêvajoya aşitiyê  de yê kevirê ewil danî Erdoğan bû, lê ji ber ku li Tirkiyê dewleta kûr heye, suîkast û provakosyon mumkun in. Aniha pêvajoya çareseriyê hinekî giran bûye. Di nav dû mehan de ev gotinên tşne gotin, ne muhim in. Ev gotin ji bo ku sistema Tirkiyê biguhere  tên bilkêvkirin. Ev mesajên vê gavê têne dayîn,  ne politikaya dewletê ne. Divê AKP û HDP dest bide hev û ev proseya demokrasiyê bi hevdû re bimeşînin”. 

    Şeyhanlioglû tekez dıke ku sistema serokatiyê di berjewendiya kurdan de ye: “Eger HDP ji bendê derbas nebe û AKP nêzî 400 wekilan derxe û derbasê sistema serokatiye bibe, wê gavê çerxê dîrokê  ji bo Tirkiyê diguhere. Ev yek jî ji bona menfeatê kurdan  giringtir û baştir e”.

    Bi heman mijarî:

    Fehîm Işık: ‘AKP dixwaze tevgera kurd bikşîne nava şer`
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de