11:30 23 Çile 2017
Zindî
    Civîna Mesûd Barzanî ligel Barak Obama û Joe Baiden

    Peywendiyên Kurdistan û DYA di berzbûnê de ye

    © Foto: BasNews
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 3911

    Serdana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li DYA bi serkeftî bi dawî bû. Serdan hîşt ku piştgiriya DYA ji bo Kurdistanê hem di hindurê Îraq de, hem jî di qada navneteweyî de xurtir bibe.

    Serdana Barzanî nîşan da ku peywendiyên di navbera Waşîngton û Hewlêrê de gihîştiye asteke bi îstîqrar û li gel peywendiyên DYA û Bexdayê bi awayekî paralel pêşve diçe. Hêjayê bi gotinê ye ku peywendiyên Amerîka bi kurda re ne tenê bi hewildanên hikumeta DYA ve pêşve diçe,  lê ji Kongre û karsazên amerîkî  jî piştgiriyeke xurt werdigre.

       

    Kongre formûleke alîkariya leşkerî ji bo Îraqê pêşniyar kir. Tê tê de tê pêşniyarkirin ku peywendiyên federal ên Îraqê bên xurtkirin. Kongreya DYA hêzên pêşmerge û yekîneyên suniyan, ên ku nû têne damezrandin,  wekî alîyên cuda dipejirîne û tekez dike ku mafê wan heye ku ji aliya DYA piştgiriyeke rasterast bistînin.

    Di hevdîtinên Barzanî de  li gel serok û cîgirê serokê DYA amaje bi pêgiriya bi Îraqeke yekgirtî, federal û demokrat hat kirin. Lê di heman demê de pirsên girêdayî bi xurtkirin  û mayîndekirina demokrasî û sîstema federalî ya Îraqê jî hatin gengeşîkirin.  Ji bo çareserkirina  van pirsan jî DYA alîkariya xwe ya leşkerî ji bo Îraqê bi wê mercê re bişîen, ku divê Bexda  di saziyên ewlekariyê de ji nûnerên kurdan û suniyan  re cih bide.

    Projeqanûnê ku pêşbîniya 715 mîlyon dolar  alîkariya leşkerî ji bo Îraqê dike, ji komîsyona Kongreyê ya karûbarên hêzên leşkerî re derbas bû û 12 gulanê jî wê   têkeve dengadana Kongreyê. Di projeqanûnê de tê gotin, ji alîkariya leşkerî ya ku DYA plan dike di sala 2016 de bide Îraqê, wê  %25 ji kurd û suniyan re bê veqetandin. Lê eger hikumeta Îraqê mercên sîyasî yên gihandina alîkariya leşkerî dabîn nake,  hingê ji wê alîkariyê ji %60 ji kurd û suniya re bê  veqetandin.  

    Sîyasetzana îsrayîlî, karmenda Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê ya Îsrayîlê Ofra Benciyo (Ofra Bengio) jî serdana Barzanî li DYA bi berz dinirxîne:

    "Di  qonaxa amadekariya serdanê de endîşe hebû ku Obama bi Barzanî re rûnane, lê rûnişt. Ev pir giring e. Ew hevdîtin ji hevdîtina  li gel serokwezîrê Îraqê cudatir bû.  Ya duda, rast e Obama piştgirî neda hizra serxwbûnê, lê  ji xwe kes  ne li bendê bû ewê vê gavê hizrê han qebûl bike.  Ya giring ew bû ku serdana Barzanî  ya bi şanda xwe ve pêk hat û dema ku di Koşka Spî de hevdîtin pêk dihat, tê de tenê ala Kurdistanê hebû.  Ev jî pir giring e.  Her weha,  soza hinartina çekan û piştgiriyên din jî hatin dayîn.  Ji aliya din, divê mirov behsa helwêsta derdorên karsazên Amerîkî jî bike. Ev jî faktorekî pir giring e. Karsazên Amerîkî peywendiyên xwe bi Kurdistanê re pêşve dibin, ji ber ku  berjewendiya wan di veberdêriyê de heye.  Dengê wan ji dengê Obama û ji dengê Wezareta Derve cudatir derdikeve. Di sîyasetê de bazirganî jî aktorekî ye û ji bo serkeftina doza kirdî faktorekî pir giring e.  Bi nêrîna min, serdan pir serkeftî bû, rast e, kes li bendê ne bû ku piştgirî bi serxwebûnê bê dayîn, lê ya giring ew bû, ku pirsa han hat rojevê".

     

    Bîryarên ku hatin girtin û şêwaza pêşwazîkirina serok Barzanî li Waşîngtonê diyar dike ku peywendiyên kurd û DYA di berzbûnê de ye. Pirsa serxwebûnê ji aliya kurdan ve ne tenê wekî  pirseke bazariyê, lê wekî hedefekî dawî ya proseya sîyasî ya li herêmê,  bi awayekî cuda hat rojevê.  


    Bi heman mijarî:

    Serdana Barzanî li DYA bi xwe serkeftin e
    Mesûd Barzanî wê serdana Waşîngtonê bike
    Barzanî: Ne giringe çek bi çi riyê bighên Pêşmerge
    Berpirsek: Barzanî daxwaza firokeyên şer dike
    Barzanî: Civîna me ligel Obama serkeftî bû
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de