05:39 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Parlamentoya Kurdistanê

    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e

    © Foto: BasNews
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 4201

    Bêtir ji sê sala ye ku alyên syasî li Herêma Kurdistanê negihayne tu rêkeftina li ser pirojeya Destura Herêmê. Îsal 19 tebaxê dema desthelata Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê bi dawî dibe û hêj Destûr amade nîne.

    Perlamentoya Kurdistanê komîsyoneke ji 21 kesan saz kiriye, da ku nêzî sê mehan de piroja Destûra Kurdistanê amade bike. Herçend nûnerên hemû partiyên syasî û pêkhateyên etnîkî yên Kurdistanê di komîsyonê de cih digirin jî, partiyên  syasî li ser wê jî hêj negihştîne rêkeftinekî.

    Gelo sedema lihevnekirina partiyên sîyasî li ser pêkhateya komîsyona Destûrê çi ne? Li ser vê pirsê peyamnêrê Spûtnîk Kurdistan Osman Başqalî  nêrîna serokên fraksiyonên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Tevgera Goran  pirsî:

    Umêd Xoşnaw, serokê fraksyona PDK ku 38 kursî di perlemana kurdistanê de hene, dibêje, em weki PDK e dixazîn nunerên tev alî û pêkhateyên ayîn û olî li Kurdistanê di wê lîjnê de cih bigrin, lê alyên din dixazin endamên wê li gor sîstema Santyago be û li gorî hejmara kursyên perlemanî be. Lê hingê   li gor wê sîstemê hinek alî û pêkhate wê bêbeş bin ji endametya di lîjnê de.

    Xoşnaw herweha dibêje pêwîste  lîjnê di dema nêzî sê meha de Destûreka nû ye bo Herêma Kurdistanê amade bike lê belê mixabin, ta niha ew, ji alyên syasî ve tu amadeyiya lihevkirinê nabîne.

    Ji aliyê din Rabûn Maruf, serokê fraksyona Tevgera Goranê ku 24 kursî di perlemanê de hene,   tekez dike ku armanca wan a  serekî guhertina sîstema Kurdistanê ye: “ Em dixwazın ji sîstema serokayetî derbasî bi sîstema perlemanî bibin, wekî sîstema Iraqê. Ji ber ku em sîstema perlemanî bo Herêma Kurdstanê bi hejatir û guncawtir dibînîn.

    Robîn Marûf dibêje, ew barwer nîne ku lîjna han bikare erk û karên xwe di dema bo hatye dyarkirin bi dawî bike, lê pêwîste perlemana Kurdistanê  dema karê lîjnê dirêj bike.

    Li ser pirsgirêka bidawîbûna selahiyeta serokê Kudistanê jî Rabûn Maruf weha diaxive: “Me dive  serokê Herêmê di perlemanê de bê helbjartin. Lê ta niha me wekî Tevgera Goran biryar nedaye, gelo me namzed dibe bo posta serokatya Herêma Kurdistanê yan na. Pirsa dûbare nemzedkirina Barzanî jî girêdayî bi rêketina niştîmanî ya alyên syasî yên Kurdistan ye”. 


    Bi heman mijarî:

    Endamên komîteya Destûra Kurdistanê têne destnîşankirin
    PDK dixwaze li Kurdistanê sîstema serokatiyê bidome, lê partiyên din dij derdikevin
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de