19:14 25 Gulan 2017
Zindî
    Konferansa Jinûveavakirina Kobanê

    Li Amedê Konferansa Jinûveavakirina Kobanê birêve çû

    © Sputnik/ Gulnush Ergul
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 1601

    Li Amedê ji bo nîqaşkirin û wergirtina biryarên şenber a li ser jinûveavakirina Kobanê konferans hat li darxistin. Konferans bi beşdariya 350 delegeyên ji çar parçeyên Kurdistan û Ewropayê bi slogana “Jinûveînşakirina Kobanê xwedîlêderketina nirxên mirovahiyê ye” 2 rojan berdewam kir.

    Konferans bi bangawaziya hevserokê Kantona Kobanê Enver Muslîm û mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê, Odeya Sanayî û Bazirganî ya Amedê, Kongreya Jinên Azad, Odeya Tabîban a Amedê, Lijneya Kordînasyona Bajar a TMMOB’ê ya Amedê, Baroya Amedê û Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Amedê li Salona Konferansê ya Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cîgerxwînê ya li Amedê birêve çû.

    Asya Abdûlla, hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di axaftina xwe ya vekirinê de mijarên rojeva Konferansê jî destnîşan kirin.

    Peyamnêra Spûtnîk Kurdistan Gulnûş Ergul ji Amedê radigihîêne: 

    Konferansê tespît kir ku her çiqas bi îradeyek nedîtî bajar li hemberî êrîşan hatibe parastin û ji çeteyan hatibe rizgarkirin jî, di encama vî şerê giran de Kobanê bi piranî wêran bûye. Ji ber vê yekê jî çawa ku Kobanê bi ruh û giyanê neteweyî hat parastin, divê îro jî bi hizir û ramana neteweya demokratîk ji nû ve bê avakirin. 

    Konferansê bang li kurdên li çar aliyê Kurdistan û cîhanê û her wiha dost û piştgirên gelê kurd ên xwedîwijdan kir, ku di avakirina bajarê Kobanê de bibin xwedî ked. 

    Konferans gihişt wê biryarê ku xebatên jinûveavakirina Kobanê di bin banê koordinasyonekê ji 15 kesan bê organîzekirin. Di heman demê de biryar hat dayîn ku ji bo avakirina Kobanê kampanyayek alîkariyê ya aborî ya neteweyî û navneteweyî bê destpêkirin. 

    Li gorî tespîtên di konferansê de hatine kirin Kantona Kobanê hêj jî di bin xetereya êrîşên hêzên paşverû de ye. Lewre jî hewcedariya bajar bi pergaleke parastinê ya lezgîn heye. Her wiha ji bo ku şêniyên Kobanê yên koçber bûne vegere û tevli avakirina Kobanê bibe, konferans bîryar girt ku wargehên jiyanê yên demî bên amadekirin.

    Her wiha konferansê biryar girt ku beşeke bajar bibe muzeya berxwedana mirovahiyê. 

    Bi heman mijarî:

    75 hezar penaber vegeriyan Kobanê
    Mamosteyên Kobanê alîkarî dixwazin
    Dezgeha Barzanî nîv milyon dolarî bo Kobanê xerç dike
    Serokatiya Parlementoya Kurdistanê serdana Kobanê dike
    Li Kobanê 4 gundên din rizgar bûn
    Kobanê: Qirkirina DAIŞê û azadkirina 332 gundan
    Kobanê- Xelk naxwazin ku malên wan bibin mûze
    Li Kobanê heta niha 100 ton teqemenî hatiye bêzirarkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de