17:41 23 Çile 2017
Zindî
    Faysal Dagli

    Faysal Dagli: ‘Proseya çareseriyê piştî hilbijartinan berdewam bike’

    © Foto: Gulnush Ergul
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 12001

    Niviskar û şîrovegerê kurd Faysal Dagli dibêje, piştî hilbijartinên parlamentoya Tirkiyeyê wê ew peymanên nemorkirî carekî din were rojev e û pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurdî jî, wê ji ciyê ku maye berdawam bike.

    Di wan demên dawî de serokkomarê Tirkiyeyê li ser pirsgirêka kurdî mesajên pir hişk dide. Aliya HDP jî ragihand, ku ji bo wan pêvajo êdî bidawî hatiye. Gelo qedera şareseriya pirsgirêka kurdî li Tirkiyeyê wê çawa be? 

    Şîrovegerê sîyasî, nivîskar û rojnamevan Faysal Dagli di vê mijarê de geşbîn e, li gorî nêrîna wî retorîkên di navbeyna rayedarên dewletê û aliya kurd de tenê konjokkturel in û bi hilbijartinê ve girêdayî ne. 

    Peymanêra `Spûtnîk Kurdistan` Gulnûş Ergul ji Amedê radigihîne:

    Faysal Dagli balê dikşîne ser tradisyona li Tirkiyê  û amaje dike ku bêriya hilbijartinan  pirsgirêkên giring ên li vî welatî li gorî atmosfera hilbijartinê diguhere: “Serokkomar Erdogan ji bo ku riya sistema serokatiya xwe veke, jê re herî kêm 367 kursî lazim e. Li gorî anketên di demên dawî de  Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û AKP  hinek dengên xwe winda kirine. Ji ber wê jî Erdogan, bi retorîkek tund li dijî tevgera kurd tevdigere, da ku hibijêrên AKP konsolîde bike û him jî dikaribe dengdêrên ji hilbijrên nijadperestan werbigre”.  

    Dagli dibêje, ez di wê baweriyê de me ku aqubeta çareseriya siyasiya pirsgirêka kurd li Tirkiyê êdî na reweste: “Her du alî jî bi temamî bi konjukturî ye. Bi konjoktura hilbijartina ve girêdayi ye. Pêvajo nasekine, di bînî de jî hevditinên wan li gel İmraliyê didome. Lê her dû alî jî niha muhtacê siyaseteka tundtir in. Ji ber wê jî zimanê ku niha bêriya hilbijartinê bi kar tînin, hinekî guheriye. Lê 3- 4 meh piştî hilbijartinê ew peymanên nemorkirî  wê carekî din were rojev e û ev pêvajo ji ciyê ku maye berdawam bike”.

    Dagli tekez dike ku li Kurdîstan û Tirkiyê şerê çekdarî wek rêbaza çareserkirina pirsgirêka kurd êdî nayê rojevê: “Çendin car rayedarên PKK, Ocalan û HDP teyît kirine ku  carek din li Tirkiyê  şerê çekdarî wek rêbaz naye bikaranîn. Ez dibêjim ev gotin nêzikayikeke stratejîk e. Ev siyaset ne konjekturel e”. 


    Bi heman mijarî:

    Sebrî Ozdemîr: `Hilbijartin çiqas nêz dibe, qirêjiya AKP bêhtir derdikeve holê`
    Fîkrî Işik: ‘Piştî 7’ê hazîranê pêvajo di parlementoyê da bidome`
    Balûken: Bi Ocalan re me hevdîtineke nû nekiriye
    PKK dest ji kongreya çekdanînê berda ye
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de