16:24 21 Çile 2017
Zindî
    Enver Omer

    Mamosteyên Kobanê alîkarî dixwazin

    © Foto: Gulnush Ergul
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 3931

    Mamsote OMer ê ji Kobanê dibêje, hemû alavên perwerdeyiyê hatine ruxandin û ji Saziyên Bakûr ên ku ji bo perwerdeyiyê alîkariyê kom dikin, dixwazin li Kobanê jî xwedî derkevin.

    Mamosteyê Saziya Zimanê Kurdî  ya Kobanê Enver Omer dibêje  piştî şerê Kobanê niha gel vedigere malên xwe, lê li bajêr hemû sazî û dezgehên  perwerdeyiyê hatine ruxandin û  ji bo ku em carekî din avahiyên dibistanan ava bikin pêwîstiya me bi alîkariyeke mezin heye. 

    Mamosteyê Saziya Zimanê Kurdî  ya Kobanê Enver Omer rewşa perwerdeyiyê ya li Kobanê piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAÎŞ`ê ji Spûtnîk Kurdistanê re vegot.

    Peymanêra Spûtnîk Kurdistan Gulnûş Ergul  ji Amedê radigihîne:

     

    Mamoste Omer dibêje, piştî ku şer li Kobanê derket û gelê Kobanê koçberê Bakûrê Kurdîstanê bû, hin  saziyên girêdayî bi dewleta Tirkiyeyê xwastin ku  destê xwe texin nav perwerdeyiya zarokên kurd û  wan li ser zimanê tirkî perwerde bikin, li ser birdoziya xwe perwerde bikin. Lê em wek mamosteyên Saziyê Zimanê Kurdî vê yekê qabûl nekir û bi hemû hêza xwe di rewşên xirab de, di nav wê zor û zahmetî û kêmderfetiyê de li ber vê yekê sekinîn û me ew hewldane siyasetê qirêj li ser zarokên Kobanê vala derxist. 

    Enver Omer amaje dike ku  beriya şerê Kobanê wan xwestiye ku pola yekemîn ya giştî bi tevahî bikin kurdî, lê şer nehîşt:  “ Gelê Kobanê bi giştî koçber bû û derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Bi piranî gel li Pirsûsê ma. Li kom bajarê Pirsûsê perwerda hat meşandin. Me ev proja xwe li Pirsûsê domand. Ji pola yekem heya çaremîn bû bi kurdî. Mamosteyê Saziyên Zimanê  Kurdî yên Kobanê ev proja kêm nehiştin, wan zarok bi zimanê kurdî perwerde kir”. 

    Omer balê dikşîne ser wêrankariya şerê Kobanê destnîşan dike ku avahiya yek dibistanê jî sax nemaye: “Li Kobanê hemû alavên perwerdeyiyê hatin ruxandin, tiştekî ku tê da em li ser biseknin pir kêm e. Ji bo wê em niha ji Saziyên Bakûr yên ku ji bo alavên perwerdeyiyê alîkariyê kom dikin, em dixwazin li Kobanê jî xwedî derkevin. Niha heya astekî alikarî li Kobanê bûye lê hê jî kêmasiyên me pir in. 400 gundên Kobanê heye li her gundekî dibistanek heye ev dibistan tev hatine ruxandin. Ji bo ku em carekî din avahiyên dibistanan çê bikin hewcetî bi destekeke mezin heye. Di her warî de ji bo perwerdayiya destekek pir xurt ji me re lazim e”. 


    Bi heman mijarî:

    Dezgeha Barzanî nîv milyon dolarî bo Kobanê xerç dike
    Li Kobanê 4 gundên din rizgar bûn
    Kobanê: Qirkirina DAIŞê û azadkirina 332 gundan
    Kobanê- Xelk naxwazin ku malên wan bibin mûze
    Li Kobanê heta niha 100 ton teqemenî hatiye bêzirarkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de