18:13 29 Gulan 2017
Zindî
    Dara Bokanî

    Gelo xerîbiya 40 salê kengî bi dawî bê?

    © Sputnik/ Kamiz Sheddadi
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Kûlîlka Neço
    0 8672

    Xerîbekî ji Rojhilatê Kurdistanê mêvanê bernameya Dûrî ji Welêt bû. Dara Bokanî ev tam 36 sal e ji welatê xwe, ji mala xwe, ji kes û karê xwe dûr ketiye û nikare serdana wan bike.

    Dara Bokanî, piştî şoreşa îslamî û bi hatina rejîma teokratîk  ji ber xebata xwe ya sîyasî neçar dimîne ku ji Îranê, ji Rojhilatê Kurdistanê derkeve. Armanca derketinê meşandina karê sîyasî û di demekî nêz de vegera welêt bû. Lê belê rêwitiya wî ne kêm ne zêde, nêzîkî çil sal e ku didome.

     

    Dara Bokanî di salên 80-îyî de derbasî Yekîtiya Sovyetê, Komara Azerbaycanê ya Sosyalîst  dibe. 

    Demekî li Bakuyê dimîne. Paşê, bi telîmata partiya xwe ji bo karê sîyasî diçe Efxanistanê, ji wir derbasî welêt dibe. Lê belê ji ber zext û zordariya rejîma îslamî bi neçarî dîsa vedigere Bakuyê.

    Piştî hilweşîna Sovyetê Dara bîryarê dide ku derbasî Rûsyayê bibe.  Ji destpêka salên 90-î de  ji partiya xwe vediqete û dû li qedera xwe diçe. Lê beklê ew ji pêşketinên sîyasî yên li Kurdistanê yek kêlî jî dûr namîne. Hewil dide ku valahiya welêt  bi danûstandinên li  gel kurdên diyasporayê dagire. 

    Hêviya herî mezin a Dara Bokanî  ew e, ku di zûtirên demê de vegere welêt û xebata xwe ya sîyasî li Kurdistanê bimeşîne. 


    Bi heman mijarî:

    Aza Evdalî: `Kurd di nava miletên din de ciye xwe girtiye...`
    Kurdên Rûsyayê xwe ji asîmlasyonê çawa diparêzin?
    Akademîsyen Samvel Koçoî: `Serxwebûn mafê kurdan e`
    Cejna “Xidir Nebî” li Rûsyayê çawa tê pîrozkirin?
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de