20:15 29 Gulan 2017
Zindî
    Şervanên YPG

    Fermandarê tabûra Şems al-Şemal Ebdo Doçka şehîd

    © Foto: Sultan Tamo
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 5911

    Cigirê fermandarê tabûra Şems al-Şemal Ebdo Doçka di operasyona rizgarkirina gundewarê Kobanê de jiyana xwe ji dest da. Tabûra Şems-el-Şemal ji bo tolhildana hevalên xwe bi fermandariya Ebû Leyla li gel YPG û YPJ dest bi operasyoneke fereh kirin.

    Ji destpêka berxwedana Kobanê de yekîneyeke Artêşa Azad a bi navê tabûra Şems el-Şemal li kêleka YPG di nava berxwedanê de bû. Piştî ku fermandarê vê tabûrê Ebû Leyla di êrîşa deriyê Murşitpinarê de birîndar bû, li şûna wî ciwanê 21 salî bi navê Ebdo Doçka fermandariya vê tabûrê kir.  Ebdo Doçka ku hem li hember DAİŞ û berî wê jî li gelek cihan şerê rêjîma Sûrî kiribû, vê carê di operasyona rizgarkirina gundewarê Kobanê de dîsa di rêza pêş ya berxwedanê de bû û di şerekî de de jiyana xwe ji dest da.  

    Berdevkê fermî yê yekîneyên Burkan al-Furat û yek ji fermandarên tebûra Şems el Şemal, Şervan Derwîş rewşa dawî ya operasyona rizgarkirina gundewarê Kobanê ji Spûtnîk Kurdistanê re nirxand û behsa kesayetiya Ebdo Doçka û  şehadeta wî kir. 

    Sûltan Tamo ji Rojavayê Kurdistanê radigihîne: 

    Şervan Derwîş diyar dike ku, di çarçova operasyona rizgarkirina gundewarê Kobanê de wan 8-ê nîsanê dest bi pêngava tolhildana şehîd Hogir û Ebdo Doçka kiriye û di encama de bêhtir ji 20 gund hatine rizgarkirin: “ Di vê operasyona me ya li Başûr Rojhilatî Kobanê, 21 gund û gelek navendên DAIŞ hatine rizgarkirin, her wiha fabrîkeya `Lafarge` ya çemento jî kete destê hêzên me. Niha hêzên me nêzî 55-60 km dûrî navenda bajarê Kobanê ne. 14 nîsanê gundên Çelebiyê, Derqlîs, Xanim, Munîf, Xwêdan, Hemdûn û Bîr Mehlê hatine rizgarkirin. Li gundê Munîf 19 û li gundê Hemdûn jî 7 cenazeyên DAIŞ ketine destê hêzên me, lê ev ne hejmara rastî ya kuştiyên wan e, ev tenê cenazyên di dest me de ne”.

    Derwîş dibêje, fermandar Ebdo Doçka beriya şerê Kobanê li Heleb û Cerablus û Bab hem li hember DAIŞ û hem li hember rêjîma Sûrî şer kiriye: “Di operasyona rizgarkirina gundewarê Kobanê de ew fermandarê eniya Başûrê Kobanê bû. Bavê Ebdo Doçka ji weke şervanekî di bin fermandariya kurê xwe de şer dikirç Herî dawî di şerekî dijwar ê li derdora Qereqozaq, gava dixwest xwe bighîne yekîneya xwe, li kêleka hevalê xwe yê ereb bi navê Mehmûd Xerezê jiyana xwe ji dest da”.

    Şervan Derwîş bibîr tîne ku 29 mijdarê di şerê deriyê Murşitpinarê de gava fermandarê tabûra Şems al-Şemal — Faysal Ebû Leyla birîndar bû Ebdo Doçka yê 21 salî li şûna girt û şerê berxwedana Kobanê li eniya Rojhilatê Kobanê da meşandin.

    Şervan Derwîş destnîşan dide ku niha dîsa Faysal Ebû Leyla, fermandariya tabûra Şems el-Şemal dike û şer bi rêve dibe.

    Bi heman mijarî:

    Li Kobanê û Hesekê 19 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Kobanê: Qirkirina DAIŞê û azadkirina 332 gundan
    Kobanê- Xelk naxwazin ku malên wan bibin mûze
    Kobanê- Li başûr tenê 2 xal û gundek mane
    Li Kobanê xendek tên kolandin
    Li Kobanê heta niha 100 ton teqemenî hatiye bêzirarkirin
    Etîketan:
    Kurdıstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de