17:39 23 Çile 2017
Zindî
    Yûra Nebiyev

    Yûra Nebiyev: `Kongreya Kurdan bibe pire di navbera Kurdistan û diyaspora de`.

    © Sputnik/ Kamiz Sheddadi
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Kûlîlka Neço
    0 142102

    Yûra Nebiyêv – serokê `Komeleya piştevanî û hevkariya bi gelê Kurd re` di bernameya `Dûrî ji Welêt de` bû mêvanê Kulîlka Neço.

    Yûra Nebiyev bi eslê xwe ve ji bajarê Gurcistanê Tîflîsê ye.  Bi xwe fîzîkzan e, lê belê, mirov dikare bêje, tevaya jiyana xwe terxanî  pirsa kurdî kiriye.

    Hêj beriya hilweşîna Yekîtiya Sivyetê  Yûra Nebiyêv di nava  civaka kurdên Tîflîsê de çalkvanekî berbiçav bûye.  

    Di destpêka salên 90-î de tev malbata xwe hatiye Moskowê  û heta niha di her warê jiyana sîyasî û civakî ya kurdên dîyasporê de roleke çalak dilîze. 

    Yûra Nebiyev di sohbeta xwe de bi giranî li ser rewşa kurdên sovyeta berê disekine.  Pirsên asîmlasyon, entegrasyon û girêdana bi welêt, li gorî nêrîna Nebiyev,  pirsên sereke yên kudên sovyeta berê ne.

     

    Yûra Nebiyev tekez dike ku pêwîstiya diyasporayê bi Kongreyê heye, da ku hemû rêxistinên kurdî yên li welatên sovyetê yên  berê  bigre bin banê xwe û koordînasyona fealîyeta wan bike.  Ew dibêje, Kongre her weha wê bibe pire di navbera Kurdistan û diyaspora de. 

    Yûra Nebiyev amaje dike, ku bi înîsyatîva hin  ciwan û rewşenbîrên navdar xebata ji bo damezrandina Kongreya Kurd êdî hatiye destpêkirin û di demekî nêz de  ewê bê ragihandin. 

    Bi heman mijarî:

    Akademîsyen Samvel Koçoî: `Serxwebûn mafê kurdan e`
    Aza Evdalî: `Kurd di nava miletên din de ciye xwe girtiye...`
    Kurdên Rûsyayê xwe ji asîmlasyonê çawa diparêzin?
    Cejna “Xidir Nebî” li Rûsyayê çawa tê pîrozkirin?
    `Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e`
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de