14:47 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Akademîsyen Samvel Koçoî

    Akademîsyen Samvel Koçoî: `Serxwebûn mafê kurdan e`

    © Sputnik/ Kamiz Sheddadi
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Kûlîlka Neço
    0 11571

    Akademîsyen Samvel Koçoî li radyoya `Spûtnîk Kurdistan` bû mêvanê bernameya `Dûrî ji welêt` û pêşkêşvana bernamê Kulîlka Neço û edîtorê beşa kurdî ya radyoya Spûtnîk Kurdistan Kamîz Şeddadî pê re bi berfirehî sohbet kirin.

    Samvel Koçoî kî ye?

    Samvel Koçoî — zanyarê hiqûqzan ê navdar, doktorê zanistên hiqûqî, profesorê kafedraya Hiqûqa Cînayetê ya Akademiya Hiqûqê ya Moskowê, endamê Civata Tezan (Dissertation Council) a heman Zankoyê, akademisyenê Akademiya Zanistên Xwezayî ya Rûsyayê (Russian Academy of Natural Sciences).

    Ji 140 zêdetir berhemên wî yên li ser hiqûqa cînayetê, li ser pirsgirêkên aktuel ên serdema me hatine weşandin.

    Di sala 2003-yê de berhemeke bingehîn a li ser jenosîda Kurdan li Îraqê bi edîtoriya zanistî û bi pêşgotina Samvel Koçoî hate wergerandin bi zimanê rûsî. Berhema han, ku tê de behsa hovîtiya Seddam Hiseyîn a li hember kurdan tê kirin, ketiye hemû ansîklopediyên rûsîziman. Her weha çend berhemên Koçoî yên li ser jenosîda kurdan li Başûrê Kurdistanê jî bi zimanê kurdî hatine weşandin.

    Hêjayê bi bîrxistinê ye ku serokkomarê berê yê Îraqê Mam Celal Talebanî dema serdana Rûsyayê kiribû, pirtûka `Jenosîda li Kurdistana Îraqê` diyarî serokkomar Vladîmîr Pûtîn kiribû.

    Ji bilî wê, gelek pirtûkên Koçoî li ser teror û tundrewiyê hatine weşandin û berhemên wî bi gelek zimanên dinyayê hatine wergerandin û weşandin.

    Akademisyen Samvel Koçoî xwedî gelek xelatan e jî. Wî, bi fermana serokê Rûsyayê nasnavê Karmendê Rûmetê ya Perwerdehiya Bilind a Federasyona Rûsyayê wergirtiye; karmendê Rûmetê yê Dadweriya Rûsyayê ye; Nîşana Mubaşîrên Federasyona Rûsyayê; Nîşana Wezareta Dadê ya Rûsyayê û Nîşana Desteya Bilind a Akademiya Zanistên Xwezayî ya Rûsyayê û gelek nîşanên din wergirtine.

    Akademîsyen Koçoî Xelata pêşbaziyê ya bi navê `Rojnamevanên Rûsyayê dijî terorê` û Xelata pêşbaziya Rûsyayê ya `Baştirîn Pirtûka di sala 2010-ê de`.

    Samvel Koçoî ku bi xwe jî êzdî ye, dibêje koça êzdîyan ji Kurdistanê ne çareserî ye.

    Li gorî nêrîna Koçoî divê herêmên êzdînîşîn, Şengal jî di nav de bibin xwedî mafekî taybet  di nava Kurdistanê de. 

    Koçoî mînaka Gurcistanê dide û destnîşan dike ku Gurcên misliman, ku ji wan re Acar dibêjin, li wî welatî xwedî otonomî ne. 


    Bi heman mijarî:

    Cejna “Xidir Nebî” li Rûsyayê çawa tê pîrozkirin?
    Kurdên Rûsyayê xwe ji asîmlasyonê çawa diparêzin?
    Aza Evdalî: `Kurd di nava miletên din de ciye xwe girtiye...`
    Etîketan:
    Академик Самвел Кочои, Samvel Koçoî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de