10:09 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Aza Evdalî

    Aza Evdalî: `Kurd di nava miletên din de ciye xwe girtiye...`

    © Sputnik/ Kamiz Sheddadi
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Kûlîlka Neço
    0 7852

    Vê carê xanimeke delal, nivîskar û rojnamevana navdar Aza Evdalî di bernameya `Dûrî ji Welêt` de bû mêvana Kulîka Neço.

    Aza Evdalî kî ye?

    Aza Evdalî li Gurcistanê, li bajarê Tîflîsê di malbeteke êdzdî de hatiye dinê. Li Tîflîsê beşa rojnamegerî ya Zankoya Dewletê bi serkeftî qedandiye û dîplomaya sor standiye.

    Paşê li Moskowê, di Zankoya Peywendiyên Navneteweyî de dest bi xwendina doktorayê kiriye.

    Demekî dirêj di dezgehên ragihandinê yên Yekîtiya Sovyetê, yên mîna: Ajansa Ragihandinê `Novostî`, `Sovetskaya Kultura`, `Îzvestiya`, `Moskow news` û yên din kar kiriye.

    Hêjayê bi gotinê ye ku Aza xanim bûka nivîskar û rewşenbîrê bi nav û deng — Emînê Evdal e.

    Di jiyana xwe ya profesyonelî de Aza Xanim: ji Sedîq Şerefqendî bigre, heta bi madam Daniyela Mitteran, ji Mam Celal Talebanî bigre heta bi Hoşyar Zêbarî… Ji Şivan Perwer heta bi Kendal Nezan… Ji Hinêr Selîm bigre heta bi Tara Caf… bi gelek kesayetên navdar re rabûye û rûniştiye….


    Bi heman mijarî:

    Cejna “Xidir Nebî” li Rûsyayê çawa tê pîrozkirin?
    Etîketan:
    Aza Evdalî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de