10:56 18 Çile 2017
Zindî
     Selahattin Demîrtaş

    Fîkrî Işik: ‘Piştî 7’ê hazîranê pêvajo di parlementoyê da bidome`

    © Foto: AA
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 3201

    Eksperê kurd Ali Fikri Işık dibêje, PKK û dewleta Tirkiyê ji bo ku pêvajoya çareseriyê ji bin kontrola wan dernekeve, li hev kirine û di 7 ‘ê hazîranê de HDP ji benda hilbijartinê re derbas bibe.

    Elî Fîkrî Işik îhtîmal nade ku HDP li derveyî parlementoyê bimîne, ji ber ku, li gor nêrîna wî, eger HDP nekeve parlementoyê, wê Komara Tirkiyê êdî nikare pirsgirêka kurdî kontrol bike.

    Peymanêra Spûtnîk Kurdistan Gulnûşm Ergul  li Amedê li gel rojnameger û eksperê sîyasî Ali Fikri Işık  rojeva siyasî ya Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê gotûbêj kir.

    Eli Fîkrî Işık tekez dike ku proseya çareseriya pirsgirêka kurd ne hatiyê sekinandin û bi her awayê xwe berdewam e: “ Li ber vê pêvajoyê  tu asteng nemane. Ji ber ku di her halê vê pêvajoyê de her du alî li hev kirine. Kıfşe ku piştî hilbijartinên  7’ê Hazîranê pêvajo êdî di nava parlementoyê da bidome. Êdî ewê hê bêhtir bi ber encamdayînê ve hare. Ev pêvajo bi ilelebet wekî pêvajo namîne ewê bi dawî bibe û wê hinek encamên siyasî jî bide û êdî pêvajo di nava parlementoyê de bidome’’.

    Li gor nêrîna Işık, di nava hikûmet û serokkomar de ti nakokiyeke cidî tine: “Divê di pêvajoyê de mirov kirin û gotin ji hev veqetîne.  Siyaseta ku giredayî bi stratejîyê ye, giredayî bi kirineye. Lewma pêdiviyên Komara Tirkîyê û pêdiviyên PKK’ê di vê astê de hev digrin. Her du jî li ser van pêdiviyan  li hev kirine.   Wê şiklê Komara Tirkiyê bê guhartin,  êdî ewê ne bi şikla parlementer be, ewê bibe rejima serokatiye.  Bê alikarî û beşdariyan kurdan bi serê xwe nikarin vê komara serokatiyê ava bikin. Ji bo avakirina wê jî hiquq lazim e. Bi bêbeşdariya kurdan  hiqûq û meşrutiyet bi dest nakeve. Ji ber wê, di 7’ê haziranê de HDP di nava vê meclisê de be. İhtimalek gellek zayif e ku HDP nekeve parlementoyê. Ji ber ku HDP nekeve parlementoyê Komara Tirkiyê êdî nikare pirsgirêka kurdî kontrol bike.  PKK û dewleta Tirkiyê ji bo ku ev pêvajo ji bin kontrolê dernekeve, li hev kirine û êdî ev hevdîtin û pêvajo wê di nava parlementoyê de berdawam be. Ev hilbijartin ne hilbijartinek ji rêzê ye, ev hilbijartin diroka Komara Tirkiyê de pir giring e, ji ber ku komar bi xwe biguherîne’’.

    Etîketan:
    HDP
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de