15:51 26 Îlon 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Perspektîvên navbeynkarîya hevbeş a Tirkîye û Îranê

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 4201

    Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayîp Erdogan di pres konferansa hevbeş a li Tehranê bi serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî re saz kirî de ragihand, ku Tirkîye û Îran gereke di konflîktên li Iraq û Sûrîyeyê de navbeynkarîyê bikin.

    Gelo piştî rageşîya demek berî niha ya di navbera wan herdu welatan de, navbeynkarîya hevbeş çiqas pêkan e? Gelo Enqere dikare helwesteke wisa nîşan bide, ku di heman demê de hem bi dilê Tehranê û hem jî yê Rîyadê be?

    Rêvebirê Navenda Lêkolînên Bazirganî-Aborî ya Fona Lêkolînên Sîyaseta Aborî ya Tirkîyeyê Aran Bozkûrt li ser wê mijarê ji Ajansa Nûçeyan Spûtnîkê re axivî:

    "Tirkîye û Îran du dewletên giring ên herêmê ne. Ew yek jî wan neçar dike, ku di çareserkirina problemên herêmê de bi hev re tev bigerin. Hem Tirkîye û hem jî Îran ji berjewendîyên hev ên jîyanî re rêzê digirin. Banga Erdogan ya navbeynkarîya çareserkirina problemên li Iraq û Sûrîyeyê jî gereke di wê çarçoveyê de bête nirxandin. Dibe ku nêzbûnên welatên me yên li hember çareserkirina pirsgirikan ji hev cuda bin, lê em her tim berjewendîyên hevdu berbiçav dikin. Di rastîyê de Erdogan banga navbeynkarîya hevbeş nekir. Wî banga tevgera hevbeş û xurtkirina koordînasyona di navbera herdu welatan de kir, ku problemên li herêmê bi awayeke aştîyane çareser bikin. Ango peyama Erdogan gereke wisa bête xwendin: problemên li Sûrîye û Iraqê derketinî holê, li benda beşdarîya me ne û em gereke ji bo çareserkirina wan probleman planeke hevbeş amade bikin û berjewendîyên hevdu berbiçav bikin".

    Sekreterê Giştî yê Koma Dostanîya Navparlamentoyî ya Tirkîye û Îranê Alî Ozgunduz jî li ser wê mijarê wisa got:

    "Tirkîye dixwaze di konflîktên li Rojhilata Navîn de navbeynkarîyê bike. Di dema şerê Îran û Iraqê de, herdu welatan jî bawerîya xwe bi Tirkîyeyê dianîn. Di dema xwe de hewldanên Tirîyeyê yên navbeynkarîya problema Filîstîn-Îsraîlê jî bi bilindî dihatin nirxandin.

    Lê, mixabin di wan 5 salên dawîyê de rewş ji binî de hate guhertin. Hem Recep Tayîp Erdogan û hem jî Ahmet Davûdoglû hewl didin bandora `Birayên Musulman` li herêmê bidine zêdekirin û Tirkîyeyê jî bikine lîderê cîhana musulmanên sunnî. Ji bo pêkanîna wê armancê piştgirî dane hewlên wergerandina rejîma li Sûrîyeyê ya sekûler. Ew dixwazin îmaparatorîya osmanîyan vejînin. Lê, heta niha tu pêşketin bi dest nexistine. Sîyaseta wan a Sûrîyeyê têk çû û di wê yekê de Îranê tawanbar dikin. Enqere piştgirîyeke çalak dide dewletên ereb yên li hember Îranê disekinin. Tirkîye hewl dide hevsengeke nû li herêmê saz bike û Îranê lawaz bike.

    Ji ber wan sedeman eger li tabloya giştî bête nêrîn, heta hikûmeta niha ya Tirkîyeyê desthilat be, tevgerên hevbeş yên navbeynkarîyê yên Tirkîye û Îranê ne pêkan e".

    Bi heman mijarî:

    Bexda û Hewlêr nêzî hev diibin
    Etîketan:
    Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de