09:55 23 Gulan 2017
Zindî
    Ebadî û Barzan

    Bexda û Hewlêr nêzî hev diibin

    © Sputnik/
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 4402

    Rêveberiya Îraq û Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê gotûbêjên cidî meşandin. Ew, yekemîn serdana fermî ya serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî li Kurdistanê bû. Di vê qonaxa giring de her du alî ji encamên gotûbêjan memnûn ma. Mirov dikare behsa nêzîhevbûna aliyan bike.

    Di hevdîtinan de bi giranî li ser operasyona hevbeşa a ji bo paqijkirina Mûsilê ji terorîstên DAÎŞ`ê hat sekinandin.  Bi vê armancê serokwezîr Ebadî  li gel xwe wezîrê berevaniyê Xalid Obadî, wezîrê navxweyî Mihemed Gaban, serokerkanê Bîryargeha Giştî general Babekr Zêbarî û serokê Departmana Ewelakriya Neteweyî Falîh Feyad  jî anîbûn Hewlêrê. Ji bo beşdarîkirina hêzên pêşmerge di operasyona hevbeş de wê komîteyeke taybet  bê sazkirin û komîteya han wê hemahengiya di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de dabîn bike.
    Serok Mesûd Barzanî ragihand, ku `me, li ser hevkariya ji bo  paşqijkirina trorê li hev kir`.

    Behsa dîroka destpêkirina operasyonê ne hat kirin, lê belê bi îhtîmala mezin, ewê piştî salekî destpê bibe. Xuyaye sedema ewqas derngmana operasyonê  ne bi faktora leşkerî, lê belê bi faktora sîyasî ve girêdayî ye: pêwîstî bi dem heye ku hêzeke ji erebên sunnî bê sazkirin, da ku piştî paqijkirina ji DAÎŞ`ê rêveberiya parêzgeha Neynovayê bigre  destê xwe. 

    Di vir de Mesûd Barzanî, ku li gel sîyasetmedarên sunnî xwedî peywendiyên xirt in, dikare alîkariyeke mezin  bi Bexdayê jî bide.

    Di maweya serdanê de her weha hevdîtina Heydar Ebadî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvn Barzanî jî pêk hat. Dîsa hinartina para Herêm a ji budceya federal bû mijara sereke ya wê hevdîtinê, lê belê serokwezîr Ebadî sozên misoger ne dan: wî amaje kir ku Bexda bi krîzê re rûbirû ye.

    Rawêjkarê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê yê di warê  peywendiyên bi çapemeniyê re Kîfah Sîncarî li ser encamên hevdîtinan Hewlêrê ji Spûtnîkê re van zanyariyan dan:

    "Serokwezîr Ebadî ev duyemîn car e ku serdana Kurdistanê dike. Serdana wî ya pêşîn şexsî bû.  Li gor nêrîna piraniya analîstan, serdan serkeftî bûye û heta hin çavdêr tekez dikin ku sedana han bûye destpêka çareserkirina wan pirsgirêkan, ku hêj ji serdema Malîkî komî ser hev bûne.
    Di maweya serdana duyemîn de Ebadî û Barzanî du caran kom bûn.  Di hevdîtina pêşîn de pirsên leşkerî hat gotûbêjkirin. Her du alî li hev kir ku komîteyeke saz bikin û ew komîte wê bi pirsên rizgarkirina Mûsilê ve mijûl bibe".

    Di hevdîtina duyemîn de pirsa penaberên îraqî,  ku hejmara wan li Herêma Kurdistanê zêdetirî ji 2 mîlyon kes e, hatin gotûbêjkirin. Hêjayê bi bîrxistinê ye ku herêm hê jî di bin   ambargoya aborî de ye ku hê di sala 2014 de ji aliya  Malîkî hatibû sepandin.  Serokwezîrê Îraqê ji ber alîkariya penaberan malavayî li hikumeta û gelê Kurdistanê kirin.

    Rewşa leşkerî û siyasî ya li Îraqê ber bi aramiyê ve diçe. Piştî rizgarkirina Tîkrîtê baweriya artêşa Îraqê û mîlîseyên şiî bi hêza xwe zêdetir bû. Lê divê erebên sunnî jî ciyê xwe di Îraqa nû de peyda bikin û ev yek divê beriya rizgarkirina Mûsilê pêk were. Di rewşeke wisa de rêveberiya Kurdistanê dixwaze peywendiyên xwe li gel Bexda xweştir bike, da ku faktora peşmerge hem ji bo rizgarkirina Îraqê ji çeteyan, hem jî, ji bo xurtkirina pozîsyona xwe di gotûbêjên li hikumeta federal de bikar bîne.

    Etîketan:
    Mesûd Barzanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de