05:50 23 Hezîran 2018
Kompleksa Fuzeya Sarmat

Dîmenên fuzeya Sarmat a Rûsyayê hatin weşandin

© Sputnik / Sergei Kazak
Mûltîmedya
Lînkê kurt
0 0 0

Dîmenên fuzeya Sarmat a rûsî ku ji bo firîna ceribandinê tê amadekirin hatin weşandin.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê dîmenên amadekariya firîna testê ya fuzeya Sarmat a balîstîk weşandin.

Di dîmên 2 xulekan de, bicihkirina li ser rampa pekandinê ya fuzeya Sarmat ji aliyê xebatkarên kargeha Kramaşê ve têne xuyakirin.

Fuzeya Sarmat a 200 tonî ku NATO wê wek Şeytan-2 pênase dike, 35 metre dirêj e û ji 20an zêdekir serikên nukleerî dikare hilgire.

​Sarmat cara ewil sala 2017an hatibû ceribandin.

Ev fuze heta Cemsera Başûr jî dikare bifire û bigihe armanca xwe.

Etîketan:
Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de