15:47 20 Îlon 2017
Zindî
    DAIŞ

    Keçika 20 salî ya ku DAIŞê revandibû ji deste DAIŞê reviya û gihişte malbata xwe

    © AFP 2017/ File
    Mûltîmedya
    Lînkê kurt
    0 18111

    Keçika 20 salî ya ku bi imkanên xwe ji deste DAIŞê reviyabû, beşdarî bernama kanaleke Amerîkî ya Navdar, Fox Newsê bû.

    DAIŞ
    © AP Photo/ Militant website via AP
    Navenda Nûçeyan — Keçika 20 salî diyar kir ku dema Şengal hatî dorpêçkirin, ew jî bi malbata xwe ber bi Çiyayê Şengalê ve çûbûn. Lê gundên ciranê wan yên Ereb pêşî li wan girtibûn û ew dabûn deste DAIŞê. Keçika Êzidî got ku ew di rê de bûn şahide bi sedan kuştin û êşkenceyan.

    Telafer, Suriye

    Keçika 20 salî, bi dehan jin û zarokan du mehan li Tel Aferê tên girtin û paşê ber bi bajarê Suriyê, Rakkayê ve tên şandin. Zarok û jinên Êzidî bi dehan rojan li Rakkayê û paşê ji li Helebê tên girtin. Gelek zarokên Êzidiyan da ku ji bo DAIŞê şer bikin tên perwerde kirin û zarokên nexwazin ku çekan hildin jî tên kuştin.

    Keçika Êzidî ya 20 salî di kanala Amerîkî Fox Newsê de banga alikariyê jî kir û got: ‘Ew bûyer li pêş çacên dinyayê diqewime. Hemû dinya dizane ka li Rakkayê û li cihên kudi di deste DAIŞê de ne çi diqewime. Bi sedan jin û zarokên me di deste wan de ne. Ez hêvî dikim bila alikariya me bikin û bila mirovên me ji deste wan rizgar bikin. Jin û zarok wekî koleyan tên firotin; dinya çawa dikare wisa bisekin û lê binere? Daxwaza me ewe ku denge me bê bîhîstin û jin û zarokên me bên xilas kirin.'

    Bi heman mijarî:

    ‘Amerîkayê ji DAIŞê re erebeyên Toyota şandin’
    TAYBET - Balyozê Rûsyayê yê li Şamê: DAIŞ ji bo me tehdide
    Dîmenên operasyona li dijî DAIŞê ya li Moskovayê hatin weşandin
    ‘Dewlet di cihê me de DAIŞê diparêze'
    DAIŞê êriş kir: Gundên kurdan ji dest diçin
    Etîketan:
    Keçika Êzidî, Şengal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de