Parka Zaryadye ya li tenişta Kremlînê

Navenda sereke ya Qûpaya Cîhanê ya FIFAyê li Parka Zaryadye ya li tenişta Kremlînê vedibe

© Sputnik / Alexey Druzginin/Anton Denisov/Russian Presidential Press Office
Moskow
Lînkê kurt
0 0 0

Navenda sereke ya ji bo Qûpaya Cîhanê ya FIFA-2018an li Moskowê dê li Parka Zaryadye ya li kêleka Kremlînê were vekirin.

Li gorî nûçeya medyaya Rûsî Şaredariya Moskowê ji bo futbolhez û geştyarên ku dê ji her çar aliyên cîhanê werin, bernameya pîrozbahiyê amade dike. Hûrgiliyên bernameyê hêj ne diyar e.

Serokê Beşa Werzîş û Geştyarî ya Şaredariya Moskowê Nîkolay Gulyayev ragihand ku li Parka Zaryadyeyê û li cihên din ên bajêr ji bo mêvanên Qûpaya Cîhanê dê gelek çalakiyên kêf û şahiyê werin lidarxistin.

Gulyayev got, "Her tişt dê gelekî xweş û baş be. Peywira me ew e, ku em ji bo mêvanan atmosfera cejnê ya futbolê biafirînin."

Bi heman mijarî:

Rezervasyona FIFA 2018an a otelên Moskowê gihişt rêjeya 60%
Rûsyayê pêşnûmaya nasnameya alîgirên Kupaya Cîhanî ya FIFA 2018an pesend kir
Formayê tîmê netewî yê Rûsyayê yê FIFA 2018an diyar bûn
BBC, berî Şampiyoniya FIFA ya 2018an a Dinyayê, holîganên Rûsî bi xeterî nîşan dide
Etîketan:
sereke, navend, Parka Zaryadyeyê, Serokê Beşa Werzîş û Geştyarî ya Şaredariya Moskowê, Nîkolay Gulyayev, Moskow, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de