Meydana sor, Moskow

Rezervasyona FIFA 2018an a otelên Moskowê gihişt rêjeya 60%

© Sputnik / Vladimir Astapkovich
Moskow
Lînkê kurt
0 0 0

Bi boneya Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an a ku Rûsya mazûvaniya wê dike, 40 hezar ode li otelên Moskowê ji bo heyet3en fermî û hezkerên fûtbolê yên dê werin hatin veqetandin. Hat diyarkirin ev hejmar 60% ji tevahiya odeyên otelên bajarî ye.

Serokê beşa Geştyar û Werzişê ya Şardeariya Moskowê Nikolay Gulyayev got, "hezkerên fûtbolê bêtir bêtir li otelên erzan digerin. Hema hema di navenda Moskowê de, li otelên biçûk odeyên vala nemane. Pereyên gelek odeyan jî hatiye dan".

Hezkerên fûtbolê yên ji Brezîlya, Brîtanya, Franda, Meksîk û Portekîzê û welatên din rezerveasyonan dikin. Lê yên herî çalak, DYA û Çîn in ku wan vîze ji bo Kûpaya Cîhanê FIFA 2018an nestendiye.

Gulyayevî diyar kir ku rêjeya rezervasyonan dê bi avêtina pişkê ya ku dê piştî 1ê Berfanberê pêk were û dûre dikare ji bo bajarên din jî were gıhertin û wiha dewam kir: "Dîsa jî, em dipên ku gelek kes li otelên Moskowê bixwazin ji ber piraniya hezkerên fûtbolê Moskowê wek bingeh bi kar tînin û ji bo bajarên din dê ji bo hinek maçên diyarkirî bo rojekê biçin."

Şaredarî diyar kir ku otelan buhayiya odeyan rakiriye asta maksîmûm diyarkirî. Wezaret jî herdem kontrolê dike daku otel ji wê buhayiyê derbas nebin.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Me bi balafirên Tu-22M3 li DAIŞê da
Rûsya: Bi balafirên Tu-22 û bi moşekên Kalîbr, me li terorîstên li Sûriyê da
Rûsya dîmenên bombardûma çeperên DAIŞê parve kirin
Muxalifê sûriyeyî: Bila Rûsya û Tirkiye EL Nûsrayê ji Idlîbê paqij bikin
Rûsya: Amerîka nahêle NY biçe kampa penaberan a li Sûriyeyê
Rûsya: Hêza me heye ku em derbên giran li her êrîşkarî bidin
Etîketan:
Nikolay Gulyayev, Franda, Meksîk, Brîtanya, Moskow
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de