Kûpaya Cîhanê ya 2018an / Rûsya

Şaredariya Moskowê ji bo Kupaya Cîhanê 67 milyon dolar terxan kir

© AFP 2018 / Vladislav Lonshakov
Moskow
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgira Beşa Geştûguzarî û Werzîşê ya Şaredariya Moskowê Svetlana Kanîşeva ragihand ku, ji bo pêşbirkên ku dê di çarçoveya Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an de li bajêr werin lîstin û çalakiyên din 4 milyar rûble yanî 67 milyon dolar wê xerc bikin. Kanîşeva diyar kir ku ev rêje ji %13ê rêjeya tevahî ya xerciyan in.

Kanîşeva, herwiha diyar kir ku di sala pêşiya me de dê ji bo dibistanên werzîşê û pêdiviyên tîmên niştimanî 300 milyon dolar, ji bo çalakiyên werzîşê 60 milyon dolar û ji bo saziyên din yên bi beşa wan ve girêdayî 54 milyon dolaran xerc bikin.

Hikûmeta Rûsyayê di meha Gulana borî de biryar girtibû ku budçeya ji bo Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an 78 milyon dolar zêdetir bikî. Bi vî awayî bi tevahî pereyên ku dê werin xerckirin wê ji 11 milyon dolaran derbas bibin. Nêviyê van pereyan dê ji budçeya dewletê, yên mayî jî dê ji aliyê budçeyên herêmên ku pêşbirk li wan li dardikevin û pîşesaziya taybet ve werin dayin.

Bi heman mijarî:

Koreya Başûr: Em dixwazin organîzeya Kûpaya Cîhanê ya 2030an bi Koreya Bakur re pêk bînin.
Brezîlyayê ji bo kûpaya cihanê cihê xwe mîsoger kir
Vuvuzelaya alîgirên futbola Rûsî ya Kûpaya 2018an diyar bû: Kevçiyên textikî
Manchester Unitedê kûpaya 5an bir mûzexaneya xwe
Tîma Kurdistanê çû kûpaya Cîhanê
Etîketan:
xerc, ragihand, dibistan, Svetlana Kanîşeva, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de