21:16 24 Hezîran 2018
Nêçîrvan Barzanî

Barzanî: Divê hikûmeta nû bikaribe Destûra Bingehîn cîbicî bike

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de ragihand ku dive hikûmeta nû ya Iraqê bikaribe Destûra Bingehîn cîbicî bike.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî derbarê hevpeymaniya navbera lîsteya Saîrûn a bi Serokatiya Muqteda Sedir û lîsteya Feth a bi serokatiya Hadî Amirî de jî diyar kir ku ev pêngav erênî ye, lê ev rewş tenê bi hevpeymaniya du lîsteyan nayê çareserkirin, divê hevpeymaniyeke berfireh û giştgîr were pêkanîn."

Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de bersiva pirsên medyaya Kurdistanê da û got: "Hemû jihevnêzîkbûnên alî û lîstên Iraqê, di vê demê de gavên erênî ne, lê ev rewş bi hevpeymaniya 2 lîstan nayê çareserkirin, divê hevpeymaniyeke berfireh û giştgir bê dirustkirin, ji bo ku karîn hebe, derbarê dîtina çareserkirineke bingehîn ji kêşeyên Iraqê re û hemû pêkhateyên Iraqê xwe weke hevbeşê birêvebirina Iraqê bibînin, herwiha mafê hemûyan li gorî destûrê parastî be. Divê welatiyên Iraqê bigihêjin mafên xwe yên medenî, siyasî û xizmetguzarî, ku di destûra Iraqê de hatine diyarkirin. Ew jî bi dirustbûna hevpeymaniyeke berfireh û bihêz bicih tê."

‘DIVÊ MAFÊ HEMÛ PÊKHATEYAN WERE PARASTIN'

Serokwezîr di dirêjiya axaftina xwe de got: "Hevbeşiya ku di helwestan de, niha di navbera PDKê û YNKê de dirust bûye girîng e, lê her weke ku me berê jî gotiye, divê lîstên serkeftî li Herêma Kurdistanê bi hev re rûnin û karnameyeke wan a hevbeş hebe, ji bo danûstandin li ser binemaya mafên me be, di destûra Iraqê de, ligel aliyên serkeftî yên hilbijartinên Iraqê.
Aniha, em naxwazin bibine beşek ji ti hevpeymaniyê bêyî ku karnameya wê hevpeymaniyê li ber çavan bê girtin, ji bo beşdarîkirina lîstên din û parastina mafên hemû pêkhateyan, bi taybetî jî, mafên gelê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê."

 

Bi heman mijarî:

Barzanî: Em rewşa piştî 16ê Cotmehê û betalkirina dengên pêşmergeyan qebûl nakin
Barzanî: Dengên PDKê bi qest hatin şewitandin
Barzanî: Fraksiyoneke hevpeymaniya Kurdistanê dikare baştir mafê Kurdistanê biparêze
Hersê serok bi Barzanî re di têkiliyê de ne
Şêwirmendê Barzanî: Divê serkirdayetiya Herêma Kurdistanê girîngiyê bide daxuyaniyên Putin
Etîketan:
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de