21:57 24 Hezîran 2018
Yekîtî Niştimanî Kurdistanê (YNK)

Damezirînerê YNKê Ebdulrezaq Feylî wefat kir

© Foto: Twitter
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Yek ji damezirînerê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Ebdulrezaq Feylî jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku Feylî piştî mayîna 3 rojan li nexweşxaneyeke Silêmaniyê vê êvarê wefat kiriye.

Ebdulrezaq Feylî Endamê Desteya Damezirîner a YNKê bû û kesayeteke nêzîkî Serokê Damezirîner ê YNKê Celal Talabanî bû.

Ebdulrezaq Feylî yê ku li sala 1945an li Bexdayê ji dayîk bûye, berpirsê pêwendiyên derve yê YNKê bû.

Etîketan:
Wefat, Ebdulrezaq Feylî, Kurdistan, YNK
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de